Aştî bi azadiya Ocalan pêkan e

În 17 Sibat 2023 - 00:11

  • Corbyn destnîşan kir ku divê ew giraniyê bidin ser karên ji bo aştiya demdirêj û got, "Heta ku Abdullah Ocalan girtî be aştî û çareserî nabe. Bi dehan sal in di bin êrîş û tecrîdê de ye. Heta niha li ser tenduristî û rewşa wî agahiya me nîne.’’

Bi organîzekirina Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê û sendîkayên bi milyonan endamên wan hene, di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan de, Konferansa Azadî ji bo Abdullah Ocalan a duyemîn li Londonê pêr û doh hat lidarxistin. Esas dixwestin ku konferans bi mazûvaniya Lord Maûrîce Glasmanê ji Partiya Karkeran li Kamaraya Lordan bê lidarxistin. Lê hat îdiakirin ku Serokê Koma Partiya Karkeran Chîef Whîp, bi îdiaya ku têkiliya xwe bi ‘PKK’ê re heye’, zext li wan tê kirin û ji bo li parlamentoyê neyê kirin wî jî zext kiriye. Lewma yên konferans li dar xist, tevî zextan biryar da ku konferans li Otela Marlen a li nêzê avahiya parlamentoyê bê lidarxistin. Akademîsyen, Kongra-Star-KCDK-Başûr, PJAK, Meclîsa Jinan a Jiyanê, nûnerên komên enternasyonel û gelek kes tev li konferansê bûn.

 

Dostên we yên mîna min, bi we re ne

Konferas pêr li Marlen Otelê dest pê kir. Destpêkê Lord Maûrîce Glasman axivî. Glasman bi tundî bertek nîşanê astengkirina konferansê da ku çima nehiştine li parlamentoyê li dar bikeve û got ku Chîef Whîp lê geriyaye û daye zanîn ku sedema vê ferasetê piştgiriya partiya ya ji bo NATO’yê û endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê ye. Glasman diyar kir ku ev biryar di heman demê de biryara dewleta Îngilistanê ye û got: “Kurd, her dibêjin, ‘ji bilî çiyayan me tu dost nîn e’. Dostên we yên mîna min, bi we re ne. Ez ê bi têkoşîna we re bibim piştgir.“

 

Tecrîdeke dûrî aqilan

Parlamenterê HDP’ê yê berê û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, behsa felaket û bandora erdhejê li Kurdistanê û Tirkiyeyê kir. Baydemîr destnîşan kir ku di serî de Heyva-Sor, rêxistinên Kurdistanî bi hev re dibin piştevan û spasiya hemû gelan kir ku dibin piştevan û da xuyakirin ku aqlê mirov tecrîda li ser Ocalan nagire û tecrîd li dijî peymanên navneteweyî ye û mafên mirovan e.

Mafparêz û Parêzer Maaha Elah diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekê neqanûnî hatiye girtin û tecrîdkirina wî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û wiha got: “Kesek ku cezayê hetabihetayê lê bê birîn, bi dîroka dawîn a cezayê xwe dizane. Lê Abdullah Ocalan qewilê cezayê xwe jî nizane. Ev pêkanîna nemirovî ya li dijî Abdullah Ocalan, li girtiyên din jî tê kirin. Mafê parastinê yê Abdullah Ocalan tê astengkirin.“

 

Dirûşma ‘Jin, jiyan, Azadî’ veguherî raperînê

Doh jî di konferansê de bi navê "Teoriya dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û pêkanîna wê" û "Krîzên li Rojhilata Navîn û Çaredariya Rojhilata Navîn a Demokratîk a Abdullah Ocalan" du rûniştin hatin lidarxistin.

Di rûniştina "Jin, Jiyan, Azadî" de ku paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nirxandin, akademîsyen û endama Komîteya Jineolojiyê ya Londonê Lida Kayhlo axivî. 

Kahylo diyar kir ku xeta 'azadiya jinê' ya Ocalan bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû tevgerên jinê yên li cîhanê û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan nîşan da, jinên li cîhanê dikarin li hev kom bibin û bibin hêzek. Kayhlo anî ziman ku jinên Kurd li dora fikrên Ocalan meşa azadiyê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' veguherandina raperîneke azadiyê.

 

Demokrasî bi Ocalan veguherî sîstemê

Di rûniştina 'Konfederalîzma demokratîk" de Dr. Seewan Saeed qala sîstema Konfederalîzma Demokratîk kir û pêvajoya dîrokî ya demokrasiyê vegot. Saeed diyar kir ku gotina 'Demokrasiyê' ji aliyê Abdullah Ocalan ve nehatiye afirandin, lê belê bi wî re bûye xwedî paradîgma û sîstemekê û got, "Ocalan tiştekî gelekî bêhempa kir. Pênaseyên demokrasiyê hemû kir tezek."

 

Sîstem li hemberî Kurdan bê rehm e

Di dawiya konferansê de jî lîderê berê yê Partiya Karker û parlamenter Jeremy Corbyn axivî û got, "Kurdan ji dema hilweşîna Osmanî û vir ve li her qadê zext û zorî dîtine. Ji bo karibin nasname û zimanê xwe biparêzin bi biryardarî têkoşiyan. Ev têkoşîn bû sedem ku li Iraq, Sûriye û gelek welatan bi hezaran Kurd jiyana xwe ji dest bidin. Hurmeteke mezin didim dîrok, çand û nasnameya Kurdan. Di demên cuda de min serdana Kurdistanê kir. Fêhm dikim ku xweparastina Kurdan çiqasî bi wate ye. Kurd timî bi parastina dîrok û zimanê xwe jiyana xwe ava dikin. Ji bo Kurdan heta niha jiyaneke aştiyane çênebû. Encama ji erdhejên li Tirkiye û Sûriyeyê derkete holê ew e ku li hemberî Kurdan sîstemeke bêrehm heye. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê alîkariya ji bo Kurdan tê astengkirin ku ev yek nîşan didin bê li hemberî Kurdan di nava helwesteke çawa de ne. Heta ji destê me bê divê em alîkariya lezgîn bikin. Tevna piştevaniyê ya ku Kurdan li Ewropayê danîn gelekî bandor li min kir.

Corbyn destnîşan kir ku divê ew giraniyê bidin ser karên ji bo aştiya demdirêj û got, "Heta ku Abdullah Ocalan girtî be aştî û çareserî nabe. Bi dehan sal in di bin êrîş û tecrîdê de ye. Heta niha li ser tenduristî û rewşa wî agahiya me nîne. Tecrîdeke mutleq lê tê ferzkirin. Eger em aştiyê dixwazin -ku em aştiyê dixwazin- wê demê divê em danûstandinan bikin. Ji bo danûstandinan û aştiyê divê nûnerên gel tevlî bên kirin. Li hemû welatên ku Kurdistan li nav e bi hevdemî danûstandinek ji bo aştiyê pêk were. Ji bo aştî û danûstandinan jî ez piştgiriyê didim azadiya Abdullah Ocalan. Ji ber ku ev danûstandina aştiyê tenê bi wî dibe."

Corbyn her wiha spasiya gelê Kurd kir ku piştevanî di erdhejê de ji bo mexdûran dike û bi gotina "Bijî gelê Kurd" dawî li axaftina xwe anî.

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.