Aştî bangek kolektîf e

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:15

ROZA METÎNA / AMED

Ji Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min ji Aştiyê Heye Esra Kahraman têkildarî rola jin û civakê ya di aştiyê de û banga Aştî û Civaka Demokratîk da zanîn ji bo aştiyê helwestek kolektîf divê û wiha got:"Hevoka 'Pêdiviya min ji aştiyê heye' ne daxuyaniyek kesane ye; ew di heman demê de bangek kolektîf e. Şîrovekirin û rêxistinkirina her beşek civakê, dê aliyekî girîng ê avakirina aştiya civakî be."

Ji Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min ji Aştiyê Heye Esra Kahraman têkildarî girîngiya aştiyê, di vir de rola jinan û civakê her wiha li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, nêrînên xwe anî ziman. Esra Kahraman wiha got:” Em aştiyê ne tenê wekî bêdengkirina çekan, lê wekî avakirina jiyanek ku azadî, wekhevî û edaleta civakî serdest e pênase dikin. Ji bo ku ev pêvajo veguhere aştiyek mayînde û di civakê de bicîh bibe, divê pêvajoyek aştiyê hebe ku mirov û bi taybetî jin, bibin mijar."

Divê pêvajoyek aştiyê hebe

Ji Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min ji Aştiyê Heye Esra Kahraman di destpêkê de bal bir ser girîngiya banga Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:" Em banga Birêz Ocalan a di 27'ê Sibatê de bi hestekî berpirsiyariyê ya xurt pêşwazî dikin. Heta berî civînên partiyan û vê bangê jî, em jin ji bo avakirina aştiyek li ser bingeha wekheviya civakî têdikoşiyan. Ji ber vê yekê, ev banga aştiyê ji bo me pir girîng e. Em aştiyê ne tenê wekî bêdengkirina çekan, lê wekî avakirina jiyanek ku azadî, wekhevî û edaleta civakî serdest e pênase dikin. Ji bo ku ev pêvajo veguhere aştiyek mayînde û di civakê de bicîh bibe, divê pêvajoyek aştiyê hebe ku mirov û bi taybetî jin, bibin mijar."

Aştî ji bo jinan meseleyek jiyanê ye

Esra Kahraman bal bir ser girîngiya aştiyê û rola jinan a di aştiyê de û wiha pê de çû:"Aştî ji bo jinan meseleyek jiyanê ye. Şer mekanîzmayek e ku bi rêya wê serdestiya mêran tê domandin, mêranî tê avakirin û newekheviya zayendî û mîlîtarîzm derdikevin pêş. Ji bo me jinan, têkoşîna me ya herî mezin ew e ku em ji bo jiyaneke li ser bingeha wekhevî û azadiyê têbikoşin. Ji ber vê yekê, em ne tenê aştiyê dixwazin, lê di heman demê de em dixwazin wekî aktorên wê yên damezrîner cihê xwe bigirin. Ji bo me jinan, aştî ne tenê bêdengî ye; ew jiyaneke azadî, wekhevî û beşdarbûnê ye."

Li dijî şer azadî û edalet

Esra Kahraman bi lêv kir ku li dij polîtîkayên şer yekgirtina jinan esas e û wiha dewam kir:"Em li dijî şer wekhevî, azadî û edaletê diparêzin. Ji bo vê armancê, em, wekî jin, li kolanan, li malê, li kar û li her derê bi hev re radiwestin. Em dixebitin ku li dijî polîtîkayên şer û kuştina jinan li Rojhilata Navîn perspektîfek berfirehtir biafirînin, jinan bikin yek û bi hevgirtinê zimanekî aştî, wekhevî, azadî û edaletê ava bikin. Em bi hevgirtin, diyalog û yekîtîyê li dijî pergalek ku me paşguh dike, me ditepisîne û bêdeng dike, derdikevin."

Em azadiya jinan didin pêş

Esra Kahraman di heman demê de bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyê dide rola jinan a di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û wiha dewam kir:"Birêz Ocalan dibêje ku civakek bê azadiya jinan nikare azad be. Wî gelek caran teqez kiriye ku civakek demokratîk dikare bi pêşxistina azadiya jinan were avakirin. Em jî azadiya jinan û nêzîkatiyek li ser bingeha wekhevî û edaletê didin pêşiyê. Jin ew hêz in ku ne tenê demokrasiyê dixwaze lê di heman demê de wê ava dike. Beşdarbûna di pêvajoyên dengdan û biryardayinê de li her astê, ji asta herêmî dest pê dike, rola pêşengiyê ya jinan xurt dike. Avahiyên alternatîf ên ku ji hêla jinan ve hatine damezrandin, li derveyî siyaseta serdest a mêran, bingehên demokrasiya rastîn pêk tînin."

Jin û civak dibin hedef

Esra Kahraman da zanîn polîtîkayên şer hem jinan hem jî civakê xizan dike û wiha got:"Mixabin, jin û civak rasterast hedefên polîtîkayên şer in. Li gel polîtîkayên ewlehiyê yên li herêmê têne meşandin, jiyana aborî jî hatiye milîtarîzekirin. Keda jinan bêqîmet dibe û xizaniya jinan girantir dibe. Koçberiya bi darê zorê, polîtîkayên qeyûm û qedexeyên li ser bingeha ewlehiyê qadên jiyanê yên jinan teng dikin û derfetên kar ji holê radikin. Ev xizanbûn di heman demê de dibe amûrek ji bo bêdengkirina siyasî. Li hember van polîtîkayan, em nîqaş dikin û dixebitin ku modelên alternatîf ên li ser bingeha keda jinan, hevgirtinê û nirxandinên aborî yên herêmî bicîh bînin."

Aştî bangek kolektîf e

Esra Kahraman diyar kir ku ji bo aştiyê helwestek kolektîf divê û wiha bi dawî kir:"Em ji pêvajoyên berê û yên niha dizanin ku, tevî polîtîkayên şer ên bi salan, têkoşîna gelê Kurd berdewam kiriye û tevgera Kurd hewl daye ku vê têkoşînê bi rêbazên demokratîk li ser dika siyasî bimeşîne. Ji salên 1990'î vir ve, me jinan ji bo çareseriyek demokratîk û wekhev ji bo pirsgirêka Kurd parêzvanî kiriye. Me li ser vê mijarê bi jinên ji paşxaneyên cuda re nîqaş kiriye û ji bo pêşxistina dengekî li ser platformên pêwîst xebitîne. Niha, em dubare dikin: Aştî çawa mimkun e? Bersiva me têkoşînek hevpar, hişekî kolektîf e ku jinên ji her qadên jiyanê digire nav xwe û hevgirtina jinan e. Hevoka 'Pêdiviya min ji aştiyê heye' ne daxuyaniyek kesane ye; ew di heman demê de bangek kolektîf e. Rêxistinkirina vê bangê tê wateya ku jin bi hev re têkiliyê daynin, gotin û ezmûnên xwe parve bikin û bi hev re bimeşin. Şîrovekirin û rêxistinkirina her beşek civakê, dê aliyekî girîng ê avakirina aştiya civakî be. Her çembera ku em ava dikin dê gavek ber bi civakîbûna aştiyê ve be. Em ê bi berfirehkirina van çemberan aştiyê ava bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.