Rewşenbîr û nivîskarên Kurd, têkildarî bûyerên li Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a li Amedê daxuyaniyek da. 160 rewşenbîr û nivîskaran îmze avêt binê daxuyaniyê. Rêveberê Komeleya Wêjekarên Kurd Ahmet Kanî daxuyaniya hevpar xwend. Kanî got, êriş û armanca ji holê rakirina destketiyên Kurd a desthilatdaran ti carî kêm nebûye: “Dagirker bi van êrişan herî zêde ji parçebûna Kurdan hêzê digirin. Yekîtiyeke azad a Kurdan hebûya, Kurd niha ji mêj ve dê bi ser biketana û yekîtiya xwe ava bikirana. Kîjan aliyê Kurdan, bo berjewendiyên xwe yên takekesî, malbatî û rêxistinî li ber yekîtiya Kurdan bibin asteng; dîrok dê wan efû neke. Mînaka herî dawiyê rewşa başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta dagirker van rojên dawiyê êrişa xwe ya li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê derxistiye asta herî jor.”
Kanî, bal kişand ser yekitiya neteweyî ya Kurdan û got, “Em wek rewşenbîr û nivîskarên her çar parçeyan bi awayekî zelal bang û gazî dikin, bila sazî, dezge, partî, rêxistin, malbat û Kurd hemû demildest li gel hev rûnên û bi hev re rêyekê li hember êrişan bibînin. Bila êdî ti kes li hember yekîtiya Kurdan nebe asteng û yên ku bibin asteng jî bi her awayî li hember dîroka vî welatî dê berpirsyar bin û em jî bi feraseteke neteweyî dê li ber wan rabin.”
Helwêsta xwe nîşan bidin
Kanî, bang li rewşenbîr, nivîskar, hunermend, sazî û dezgehên sivîl ên Kurdan kir da ku bi ziman û sekneke zelal li dijî dagirkeriyê helwêsta xwe nîşan bidin û ji dagîrkeriya hovane re bêjin na: “Dem dema yekîtiya Kurdan e. Gelê Kurd ê azadîxwaz dê heta dawiyê, bi ruhê yekîtiyê li ber xwe bide, li her warî têkoşîna xwe mezin bike û bi ser bikeve. Serketin a gelê Kurd e.”
AMED