Li peytexta Elmanya Berlînê, li muzeya modern ya “Berlinische Galerie” a hunerî belgefilma bi navê “Aşît” ya Pinar Ogrencî tê nîşandan. Ji sala 2011’an ve di muzeyê de beşeke bi navê “IBB Video Space” heye ku tê de bêhtir vîdeoart tên nîşandan. Belgefilma “Aşît” jî dê di vê beşê de were nîşandan.

Pinar Ogrencî dîmenên belgefilma xwe ya bi navê “Aşît” sala 2022’yan li Wanê girtibûn. Belgefilm qederê saetekê ye.

Belgefilma “Aşît” (The Avalanche) di çarçoveya Documenta Fifteen de, ya ku 5 salan carekê li bajarê Kasselê tê lidarxistin, hatibû çêkirin. Pinar Ogrencî ji romana Stefan Zweig “Schachnovelle” (Kişik) îlhamê digire. Di romanê de lîstika kişikê li hember faşîzmê dibe stûna xwebûn û berxwedanê. Yanî bi awayekî stratejîk ev yek tê şirovekirin di romanê de. 

Pinar Ogrencî jî ji bo belgefilma xwe ya bi navê “Aşît” çêke ji Elmanyayê diçe Wanê. Wê belgefilmê li navçeya Wanê Miksê ya ku tim bi berf e, çêkiriye. Pinar Ogrencî di vê belgefilmê de hinekî jî daye pey serpêhatiya malbata xwe. 

BERLÎN