Asîman li Tirkan bigirin
Pêncşem 18 Tebax 2022 - 22:42
- Kurdên li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
Kurdên li bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi sedan Kurd civiyan. Kurdan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava, şermezar kirin û bang li saziyên Ewrûpayê kirin da ku bi berpirsyarî tevbigerin.
Di çalakiyê de hate xwestin ku qada hewayî ya Rojava li firrînê bê qedexekirin û ji Kurdan jî hate xwestin ku li her warî berxwedanê mezin bikin.
Di çalakiyê de ji bo meşa li meydana Canabierê ya roja Şemiyê saet 18:00´an jî bang li xelkê hat kirin, da ku tevlî bibe.
ANF/MARSÎLYA