• Altan destnîşan dike ku dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan têk çûye û hêzên PDK'ê wek rizgarkerên wan ketin dewrê û dibêje: Hêzên Gulan û Zerevan bi rola provokasyonê radibin. 

Berxwedana gerîlayên azadiyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê ket roja xwe ya 45`an. Tevî teknîka pêşketî ya di destê dewleta Tirk de heya niha li herêmê negihiştiye merama xwe. Ji ber vê jî ji pêr ve hêzên Iraqê û PDKʼê çekdaran dişînin herêma Metînayê. Her du hêzan êrişî kampa gerîla ya herêma Metînayê kirin. Der barê êrişê de HPG'ê daxuyanî da û diyar kir ku bi armanca hişyarkirinê gulle berdane hewayê. Lê di heman rojê de piştî gefxwarinên serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi 3 rojan balafirên dewleta Tirk ên bê mirov a bi çek (SÎHA) Mexmûr bombebaran kir. 
Siyasetmedarên li herêmê vê rewşa pêr ya li Başûrê Kurdistanê ku li pey hev pêk hat wekî provakasyon û sedema neçariya dewleta Tirk şîrove dikin.

Rojnamevanê li herêmê Erdogan Altan jî diyar dike ku ev bûyer hemû di çarçoveya plansaziyekê de pêk hatine.

Alîkariyê dixwaze

Altan der barê êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de anî ziman ku dewleta Tirk li Mêtîna, Avaşîn û Zapê asê maye. Altan got, ji ber taktîkên nû yên hêzên gerîla û erdnîgariya herêmê ew plansaziya ku danîbûn pêşiya xwe bi ser neketin û nikarin gavekê jî pêş de herin û got: “Neçar mane ku ji gelek cihan xwe vekişînin. Ji ber vê jî Erdogan beriya çend rojan Mexmûr hedef nîşan da. Ev gefxwarinek li ser hikumeta herêmê û taybet hikumeta Iraqê ye jî. Dewleta Tirk ji bo hikumeta Iraqê dosyekek rê kiriye ku tê de gotiye `Eger hûn destûr nedin em êrişên Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin an jî alîkariya me nekin em ê êrişî Mexmûr û Şengalê bikin.` Ev dide nîşan ku di êrişan de destê Emerîka û Iraqê heye û NY jî di vê mijarê de durûtî dike.” 
 
Tenê hişyar kir

Li gorî agahiyên Altan ji saziya NY girtiyê, SÎHA`yên ku wargeha Mexmûr ku nêzî 12 hezar şênî lê dijî bombebaran kirine, ji navenda MÎT ya Hewlerê rabûne û got: “Ev balafir bi destûra hikumeta Başûrê Kurdistanê ser asîmanên herêmê digerin. NY'yê gelek caran dewleta Tirk hişyar kiriye lê tenê di asta hişyariyê de maye. Ev êrişa li ser Mexmûr jî ji aliyê SÎHA`yên navenda MÎT`ê ya Hewlerê pêk hatiye.”

Plansaziya PDK û Iraqê

Altan der barê sewqiyatên hêzên PDK û Iraqê de anî ziman ku PDK`ê dixwaze bi çeteyên "Artêşa Azad a Sûriyê" û hêzên Iraqê re têkevin herêmê û got: “Bi van xwestekan re li pêşiya leşkerên Tirk wê qadê vekin û nuqteyan çêkin. Li pişt wan jî arteşa Tirk bi tang û topên xwe di wan cihan de bi cih bibin. Ev plansaziya wan e. Cara 8`an e ku hêza Gulan û Zerêvan ku taybet girêdayî Mesûd Berzanî ne di herêma navbera Xinêre û Qendîl û herêma Behdînan û Bradostê de provakasyonan çêdikin. Ev jî heman provokasyonên ku tiliya dewleta Tirk tê de heye.”

Erdê Kurdistanê difiroşin

Altan tekildarî firotina erd, birîna darên li herêma Başûrê Kurdistanê jî got: “Firotina erdên li herêmê di hevdîtina serokê parlementerê herêma Kurdistanê de ya di konsolosa dewleta Tirk ya li Hewlerê hat îspatkirin ku derdora 43 baregehên dewleta Tirk li herêma Behdînan ji aliyê Cengîz Holdîng ve hatine kirîn. Ev danûstandin ji aliyê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li ser endamê Polîtbûroyê PDK`ê Elî Ewnî tê kirin. Elî Ewnî li herêma Behdînanê yê pêşiya dewleta Tirk û MÎT ji bo bi cih bibe hevkariyê dike ye. Ji aliyê gelê herêmê nerazîbûn li dijî van sûcên PDK hene. Her wiha ji aliyê şîrketên PDK`ê û 3 şîrketên taşeron ên girêdayî Cengîz Holdîng ku ya dewleta Tirk e li herêmê nirxên binerd digerin. Li derdora barergehan rêyan çêdikin û darên herêmê dibirîn û difiroşin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN