Asê ma dîsa êriş kir
Duşem 11 Îlon 2023 - 16:19
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker a li Zapê li hemberî berxwedana gerîla bist bûye, êrişeke nû ya dagirkeriyê daye destpêkirin.
HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker ya ku li Zapê xitimiye ji bo vê operasyona dagirkeriyê ji xeta Girê Amêdiyê heta beşekî girîng ê Metînayê belav bike, ji 9’ê Îlonê ve li ser Metîna û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ji hewayê û bejahiyê ve gelek êriş kirin. Li hinek deran jî bi alîkariya hewayî hinek leşker daxistin erdê. Di navbera hêzên me û dagirkeran de jî şerên giran çêbûn. Ev şer hê jî didomin. Diyar e ku artêşa dagirker ji bo karibe xwe ji rewşa xitimî ya Zapê rizgar bike, dest bi hewldaneke wisa kiriye.
PDK û artêşa Tirk mil dane hev
Artêşa dagirker par dema neçar mabû ji xetên jor ên bajarê Amêdiyê vekişe, ev der dabûn PDK’ê. Di 9 û 10’ê Îlonê de artêşa Tirka a dagirker leşkerên xwe danî nêzî van derên ku dabû PDK’ê û li nêzî çeperên PDK’ê ye. Li hemû derên ku dewleta Tirk dîsa hatiyê, hêzên PDK’ê hene û pergala wan a çeperan jî li kêleka hev e.
Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizane ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bi tundî bersiva vê êrişa artêşa Tirk bide û berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê zêdetir bike.”
HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk de ev agahî bi kite kit dan:
Li Şehîd Delîl a rojavayê Zê (Zapê)
10’ê Îlonê saet 07:00, 10:30, 14:00, 14:45, 18:50 û 23:30’î dagirkerên li herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran ha gulebarankirin û 6 çeper hatin xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
10’ê Îlonê saet 22:10’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk hedef hatin girtin û derb li çeperekî hate xistin.
10’ê Îlonê saet di navbera 20:00 û 24:00’an de hêzên me yên YJA Starê 5 caran mudaxele kirin li helîkopterên êrişê yên ku Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê bombe dikirin.
11’ê Îlonê saet 04.00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran hatin gulebarankirin û derb li çeperekî hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî kirin.
11’ê Îlonê saet 06:20’an dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tevgeriyan; bi taktîka sûîqestê yek ji dagirkeran hate cezakirin. Cenazeyê vî dagirkerî di bin kontrola hêzên me de ye.
Herêma Zapê
8’ê Îlonê saet 08.00’an dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi çekên ferdî hatin gulebarankirin.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker
10’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar jî carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
10’ê Îlonê Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Cûdî yên Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrişê ve hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.
BEHDÎNAN