Aşê kevnar ji bo muzeyê digere

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 13 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Killi dibêje, kesên tên li kêleka Çemê Sogutlu digerin li muzeyê digerin û diecibînin. 

EMRULLAH ACAR / MA/ELBÎSTAN 


Yek ji şeniyê gundê Qantarma yê navçeya Elbîstana Mereşê Îbrahîm Killi (53), aşê ku tê texmînkirin 300 salî ye û li gund nayê xebitandin, veguherand muzeyê. Killi ku aşê bi demê re hilweşiya û nayê bikaranîn di sala 2015'an de restore kir, radyo, televizyon, qir û qaf, cerikê penîr, kilîlên kevin, sêlik, xalîçe, çira, meşk û bi sedan tiştên kevin ku ji heval, hogir û xizmên xwe wergirtine dide nîşandan. Killi dibêje, kesên tên li kêleka Çemê Sogutlu digerin li muzeyê digerin û diecibînin. 

Killi, wiha peyivî: “Dema ez zarok bûm, gelek caran hatim vî aşî. Bi dehan gundên li derûdorê dihatin vî aşî û genimê xwe dihêran. Gelek caran ewqas dor çêdibû ku hin kes hefteyekê disekinîn. Temenê vî aşî û gundî weke hev e. Aş, heta sala 1998’an bi awayekî çalak xebitî.”
 

‘Yên nizanin aş çi ye lêkolîn dikin’

Killi, bi lêv kir ku aş heta sala 2012’an nedihat xebitîn û wiha berdewam kir: “Min li navenda Elbîstanê esnaftî dikir. Ji ber min gelek ji gund hez dikir beriya deh salan vegeriyam gund, ev der paqij kir û restore kir. Di dema restorekirinê de min hewl da ez reseniya aş xera nekim.

Dema me ewil dest pê kir di warê aboriyê de min gelek zehmetî dîtin. Ez bi zarokên xwe re hatim vir û bêyî ku zirarê bidin xwezayê me li derûdorê meydaneke seyranê ava kir. Herkesên ku tên vir gelek diecibînin. Gelek ji gundiyên me li Ewrûpayê dijîn û havînê tên gund. Di nava kesên tên vir de, kesên ku dema ez zarok bûm ar dibirin aşî jî hene. Dema ku ew dibînin gelek hestiyar dibin. Ciwanên ku nizanin aş çiye jî dema tiştên li vir dibînin mereq dikin û lêkolîn dikin.” 

 ‘Armanc ji vê yekê muze ye’ 

Killi, diyar kir ku gelek ji tiştên li aşî dide nîşandan gundiyên derûdorê ji bo neyên ji bîr kirin dane wî û anî ziman ku serpêhatiya her tiştî heye. Killi wiha axivî: “Hêj jî dema em li derûdorê tiştan dibînin tînin vir. Hin caran ji bo neyê ji bîr kirin em bi xwediyê tişt re bazareke dirêj dikin. Armanca em ew e ku vê derê bikin muze. Muzeyeke ku çanda vê derê nîşan bide. Kesên ku tenê ji bo muzeyê bibînin tên gund hene.

‘Ciwan vê çandê nedîtin’ 

Dixwazim ciwan hay ji vê çandê hebin. Ciwanan nedît ku ar çawa li aş hate gerandin, dew çawa di meşkê de hate çêkirin. Dema em behsa van tiştan dikin ji ciwanan re matmayî dimînin. Ew li vir destê xwe didin van malzemeyan û hîn dibin ew ji bo çi hatine bikaranîn. Ev yek me kêfxweş dike. Ez herkesî vedixwînim ku bên vir bibînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.