Asayîşê nerazîbûna xelkê asteng kir
În 22 Îlon 2023 - 00:12
Asayişa Silêmaniyê nehişt ji bo şermezarkirina êrişa li ser balafirxaneya Erbetê li Silêmaniyê çalakî bê lidarxistin.
Biryar bû doh li Parka Azadî ya Silêmaniyê çalakiyek ji aliyê Lîjneya Parastina Ewlekariya Gelê Kurdistanê ku ji çend çalakvanên civaka sivîl û xelkê bajarê Silêmaniyê pêk tê, ji bo şermezarkirina êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê ku di encamê de 3 pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê yên YNK’ê şehîd bûn û 3 pêşmerge jî birîndar bûn, çalakiyek bê lidarxistin.
Lê Asayişa Silêmaniyê bi hinceta wernegirtina destûrê nehişt çalakî bê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN