Ji fermandarên YJA Starê Melsa Mûş tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û şerê 2 mehên dawî yên li Zagrosan nirxand.
Fermandar Melsa Mûş anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya medya alîgirê xwe, hewl dide di êrişên dagirkeriyê de xwe serketî nîşan bide, yan jî welê nîşan bide ku bi rêya teknîka xwe her roj derbê li gerîla dixe û got, "Lê belê me bi vê operasyonê re careke din karakterê şer ê artêşa Tirk dît. Dît ku di kîjan astê de ye, ruhê xwe yê şer di kîjan astê de ye. Hîn gelek detayên cuda yên vî şerî li çapemeniyê belav nebûye. Hin dîmenên ku di vê operasyonê de rû da, ji bo artêşa Tirk cihê şermê ye. Ev yek hem di şerê tunelan de hem jî di şerê qadê de eşkere bû. Ji ber vê yekê artêşa Tirk çi dike bila bike, nikare xwe di vî şerî de serketî nîşan bide. Di vê operasyonê de derbên ku gerîla li wan da, derbên welê ne ku artêşa Tirk di dîroka xwe ya şer de ti carî ji bîr neke. Mînak; çalakiya Pîramît û ruhê ku di vê çalakiyê de derkete holê wê ti carî ji bîra artêşa Tirk neçe. Mînak li qada Cîloyê Biçûk di çalakiyên êrişê de yên bi pêşengiya fermandar Ronahî Xelîl hatin lidarxistin û psîkolojiya di encama van çalakiyan de derkete holê wê ti carî ji bîr neke. Ji ber ku li van qadên me derbên gelekî giran xwarin. Yanî di şerê tunelan de hevalên me her roj êriş dikin û di nava şerekî giran de ne."
NAVENDA NÛÇEYAN