Artêşa Tirk ji Zapê reviya
Sêşem 27 Kanûn 2022 - 02:36

- Vê gavê li gorî daxuyaniya HPG’ê, artêşa Tirk hewl dide xeta di navbera Zap û Metînayê ango Girê Hekarî û Girê FM, hebûna xwe ya li herêmê bidomîne.
HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 26’ê Kanûnê de ragihand ku artêşa Tirk ji hin qadên herêma Zê (Zapê) vekişiya.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha gotibû; ''Artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê di 14’ê Nîsana 2022’ê de ji hewayî, di 17’ê Nîsanê de jî ji bejahî êrişeke berfireh a dagirkeriyê bir ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke destanî, bi rêbaza şerê tîm ê pispor ku qad û tunelên şer bi profesyonelî bikar tîne û bi taktîkên afirîner ên gerîla li ber vê êrişa berfireh a dagirkeriyê rabûn.
Artêşa Tirk 8 mehan li cihên ku ji hewayê hêzên xwe yên leşkerî lê danî, ji bo tasfiyekirina serweriya gerîla ya li ser qadê, her cure teknîka şer ji hewayî û bejahî bikaranî. Bombardumanên bê hêjmar li qadên berxwedanê kir, bi hezaran carî , bi sîstematîk çekên kîmyewî û qedexekirî bikaranî û xwest encamê bidest bixe. Lê tevî van hemûyan jî nekarî pîlana xwe ya dagirkeriyê weke dixwest pêk bîne, di heman demê de derbên kuştinê ji gerîlayên Modernîteya Demokratîk xwar ku xwe bi rihê fedayî yê APO’yî rapêçane.
Bi taybetî di operasyonên şoreşgerî de ku herî dawî 25’ê Mijdarê li Girê Cûdî, di 26’ê Mijdarê de jî li qada berxwedanê ya Girê Hekarî hate lidarxistin, derbên giran li artêşa Tirk hate xistin û bi vê derbê rejîma AKP û MHP’ê hejiya. Artêşa Tirk di vî şerê bê eman de windahiyên gelekî giran da û tevî vê yekê jî wendahiyên xwe bi ti awayî ji rayagiştî re eşkere nekir.
Piştî ku 5’ê Kanûnê li qada berxwedanê ya Saca serdarek û hin payebilind hatin cezakirin, artêşa Tirk piştî vê çalakiyê xwe ji lûtkeya çiyayê Kurejaro, gundê Saca û derdora wê, Girê Şehîd Şîlan û Dola Şehîd Kuncî cihê ku leşkerê payebilind lê hate cezakirin û quntarên vê qadên yên li herêma Zapê xwe vekişand.
Artêşa Tirk herwiha ji hemû eniyên qada berxwedanê ya Girê Cûdî reviya, ku li vê qadê bi fermana Hulusi Akar cenazeyên leşkerên xwe şewitand.
Artêşa Tirk di 11 û 12’ê Kanûnê de ji qadên Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Şîlan, Şehîd Çekdar, Şehîd Baxtiyar, Şehîd Savûşka û Şehîd Leşker, di bin derbên giran ên gerîla de vekişiya.
Artêşa Tirk ku dixwest Girê Cûdî dagir bike û lê bicîh bibe, bi vê armancê bi helîkopteran gelek amûr anîn qadê, ji bo ev amûr nekevin destê hêzên me gelek jê şewitandin, hinek ji zinaran avêtin û dema ku bi panîkê reviya, gelek amûrên xwe jî li pey xwe hiştin. Di rewşa heyî de artêşa Tirk ji gundê Saca û derdora wê yên li Rojhilatê Zapê û ji qadên derveyî Girê FM û Girê Hekarî yên li rojavayê Zapê xwe vekişand.’’
Ji ber derbên giran ên gerîla reviyan
Hêjayî gotinê ye, ev qadên ku leşkerên dagirker jê revîne, qada Saca herêmeke ku di navbera Zap, Çemco û Avaşînê de, cihekî stratejîk bû. Ango di navbera Rojhilatê Zapê û Rojavayê Zapê de xwedî cihekî girîng bû. Ji bo tevgera gerîla ya di navbera van herêman de roleke kilît didît.
Herêmên ku li Rojavayê Zapê leşkerên dagirker jê reviyane jî, nîşan dide artêşa Tirk a dagirker têkçûneke gelekî giran jiyan kiriye. Ji ber ev herêm navenda Zapê ye. Mirov dikare bibêje dagirkirina vê herêmê dihat wateya dagirkirina giştî geliyê Zapê. Lê di encama lêdana bi bandor a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, bi taybetî bi operasyonên şoreşgerî ku li wir hatin pêkanîn, artêşa Tirk ji aliyê madî û menewî derbeke xurt xwar û neçar ma ku ji qadê bireve. Herwiha mayîna leşkeran a di van mehên zivistanê de jî, wê ji bo artêşa Tirk bibûya dojeheke ku veger lê nebe. Ew çirava ku li vê qadê ketibû tê de, encex karî bi revê jê rizgar bibe.
Vê gavê li gorî daxuyaniya HPG’ê, artêşa Tirk hewl dide xeta di navbera Zap û Metînayê ango Girê Hekarî û Girê FM, hebûna xwe ya li herêmê bidomîne. Lê çawa ku li herêmên din bi derbên xurt ên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê neçar ma bireve, wê ji vê herêmê û herêmên din ên dagirkirine bireve.
An wê biçin, an wê bimirin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftineke xwe de gotibû, ya wê vekişin û biçin, yan jî wê bimirin. Ev encama dîrokî nîşaneya xurtbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, nîşaneya têkçûna artêşa Tirk e. Di heman demê de nîşaneyeke cidî ya şikestina bingehîn a li nava dewleta Tirk e.
NAVENDA NÛÇEYAN














