Artêşa Tirk Guherz topbaran kir

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:52

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Guherz a ser bi Amêdiyê topbaran kir.

Hat gotin ji ber topbaranê ziyan bi mal û rezên welatiyan gihaye. Di derbarê ziyanên canî de jî ti zanyariyek zelal bi dest neket. Li gor dîmenekî ku li ser medya dijîtal hatiye parvekirin, parçeyên teqemeniyê ku dewleta Tirk bikaranîne li nava gund ketine û ziyan gihandine xanî û baxçeyên welatiyan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.