Zarokên sembolên serhildanê

Çarşem 28 Gulan 2025 - 03:15

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metîna û Zapê şehîd bûne eşkere kir û got:“Di şexsê malbatên hêja yên şehîdên xwe, gelê Cizîra Botan û Botanê de em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê her du şehîdan ev tişt diyar kir:“1’ê Gulana 2025’an li herêma Metîna hevrêyê me Şiyar Cizîr û 25’ê Gulanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hevrêyê me Baran Çiya, di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ku bi rengê kemînê li dijî çeperên me yên berxwedanê pêk anîn de şehîd bûn. Em zarokên herî hêja yên gelê Kobanê û Cizîra Botan ku sembolên serhildan û welatparêziyê ne, hevrêyên xwe Şiyar û Baran bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bigihînin serketinê, bîranînên wan bidin jiyîn, armancên wan bi ser bixînin û xwîna wan li erdê nehêlin. Di şexsê malbatên hêja yên şehîdên xwe, gelê Cizîra Botan û Botanê de em ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Şiyar li Cizîra Botan a ku nirxên xwe yên azadiyê parast û ruhê serhildanê her tim lê zindî ye, hate dinê. Di sala 2014’an de li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me tecrubeya leşkerî bi dest xist û bi tevlîbûna xwe ya aktîf, bû mînak. Weke fermandarek xwezayî tevgeriya. Hevrêyê me taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî kir pîvanê esas ê jiyana xwe. Her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Bi fedakarî û hevrêtiya xwe ya kûr û xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Baran li bajarê me Kobanê ku hestên welatparêziyê û çanda berxwedanê lê tim zindî ne, ji dayîk bû. Di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Bi fedekarî, tevlîbûna xwe ya xurt û sekna xwe ya diyar li hemû qadan ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî hate hezkirin û bi yekbûne li gel hevrêyên xwe bû endamekî ruhê fedaî yê Apoyî. Tevî hemû zehmetiyên li qada şer jî tim bi moral û motîvasyoneke mezin beşdarî xwebatan bû û hewl da serkeftinê bi dest bixe.’’ Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Şiyar Cizîr (Omer Bayar), li Şirnexê jidayîk bûye, 1’ê Gulana 2025’an li Metîna şehîd bû.

Baran Çiya (Alan Elî), li Kobanê jidayîk bûye, 25’ê Gulana 2025’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.