Milîtanên wêrek ên gelê me

Çarşem 5 Sibat 2025 - 02:45

HPG'ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got:"Em careke din soz didin ku li Kurdistana azad xwedî li xewn û xeyalên wan derkevin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye: "Milîtanên Apoyî yên hêja hevrê Welat, Rûjiyan û Mezra sala 2024’an li herêma Metînayê di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Welat, Rûjiyan û Mezra bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û car din soza xwe nû dikin ku xeyalên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn. Hevrêyên me Welat, Rûjiyan û Mezra weke milîtanên bi wêrek ên Mêrdîn, Serhed û Botanê bi têkoşîna xwe gelê me hîn bêhtir nêzî azadiyê kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku em ê Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ku hesreta şehîdên me ye, pêk bînin.

Hevrêyê me Welat ji malbateke welatparêz a eslê xwe ji Mîdyada Mêrdînê li Edenê  hate dinê. Hevrêyê me sala 2003’yan dîl hate girtin. Di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Welat bi saya dilê xwe yê dirûst, saf û paqij bandoreke kûr li ser her hevrêyek xwe hişt. Hevrêyê me rastiya partiya me PKK’ê û Rêber Apo hîn bêhtir fêm kir û bi tevlîbûn, israra xwe ya di fedekariyê de û hevrêtiya xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêya me Rûjiyan li bajarê Qersê ya Serhedê weke endamek a eşîra Kesko di nava malbateke welatparêz de jidayik bû. Di sala 2013’yan de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ku cihê xwe di gelek xebatên giran de girt û bi awayekî serketî bi cih anî, ji bo di jiyan û şer de nûnertiya pêşengiyê ya YJA Starê bike, kedek mezin raber kir. Hevrêya me Rûjiyan a ku di xeta şehîd Bêrîtan û Zîlan de têkoşîn esas digirt, bi têkoşîn û şehadeta xwe vê armancê bi ser xist. 

Hevrêya me Mezra jî wek endamekê eşîra qedîm Batiyê, di nav malbateke welatparêz de li Cizîra Botanê hat dinê. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayê pîroz Cûdî û tevlî nav refên gerîla bû. Hevrêya me bi qasî wêrekiya xwe ya di şer de, bi hezkirina hevrêyên xwe jî derket pêş û milîtaniya PKK'yî ya ku bi ked, fedakarî, têkoşîn û dilsoziyê hatiye hûnandin di kesayeta xwe de nîşan da. Lewma bi qasî ku di şer de, bi sekna xwe ya di jiyanê de jî bû milîtanek PKK-PJAK'ê." Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Welat Midyad (Mustafa Akpinar), li Edenê jidayîk bûye, 29’ê Tebaxa 2024’an li Metîna şehîd bû.

Rûjiyan Rûken (Elîf Keskîn), li Qersê jidayîk bûye, 11’ê Tîrmeha 2024’an li Metîna şehîd bû.

Mezra Botan (Şîrîn Ateş), li Şirnexê jidayîk bûye, 4’ê Tîrmeha 2024’an li Metîna şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.