Artêşa Tirk bi bombeya fosforê êriş kir
Pêncşem 23 Sibat 2023 - 02:15
Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi bombeya fosforê ya qedexekirî êriş bir ser çeperên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda yê Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye;
Li herêma Zê (Zapê)
21'ê Sibatê saet di 14:00 de li qada Çemço, dagirkeran teqemenî li çeperên me yên berxwedanê bi cih kirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sabotajê li dagirkeran xistin.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker
21'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 17 caran bi tankan bi topên qedexekirî yên ji fosforê hatin bombekirin. Her wiha malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan hatin şewitandin û hewl dan dûyê bi jehr bişînin nava çeperên berxwedanê.
21'ê Sibatê derdora Gundê Bêpalan ê li Qendîlê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.
21'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, gundê Sîda û Çemço 36 caran bi obus, tank û çekên giran çeperên me yên berxwedanê hatin bombekirin."
BEHDÎNAN