- HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir
Artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla bêçare maye, Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 17 caran bi helîkopterên êrişê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Di çalakiyên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê de, dagirkerek hate cezakirin, droneyek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmeywî, 17 caran bi helîkopterên êrîşê, 4 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
22'ê Tebaxê saet di 11:00 de dagirkeran berê xwe dabû çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger derb li wan xist, dagirker gavekê vekişiyan.
22'ê Tebaxê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi sekvaniyê li dagirkerek hate cezakirin.
Li Metînayê
22'ê Tebaxê saet di 11:00 de droneyeke ku li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê difiriya, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve hate îmhakirin.
Li Xakurkê
22'ê Tebaxê saet di 19:30'î de li qada Girê Koordîne ya Xakurkê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xist.
BEHDÎNAN