MEHMET EKÎNCÎ
ANHA/QAMIŞLO
Feysel Elî Şêx Mûsa 63 salî ye, ev nêzî nîv sedsal e bê west û rawestan karê wênegiriyê dike û li herêma Cizîrê her kes wî nas dike. Mûsa, berî 47 salan ji bo debara xwe ji Qamişloyê berê xwe dide Lubnanê û li wê derê wênegirê bi navê Sako Birc Hemûd ê Ermen nas dike û li ber destê wî dibe wênegir.
Sala 1975’an dema li Lubnanê şer dest pê kiriye, ew diçe Şamê. piştî eskeriya bi darê zorê jî vedigere Qamişloyê û dest bi girtina wêneyan dike: "Ev 47 sal in ez vî karî dikim. Li gel ku gelek caran derfeta karên dîtir jî ji bo min peyda bû jî min her ev karê xwe kir, çimkî min ji vî karî pirr hez kir."
Mûsa hingê wêneyên mirovan girtine, xelk jî wî nas dike, ew jî êdî miropvan çêtir nas dike: “Gelek mirovên ji vir koçî Tirkiye, Lubnan, Iraq, Ewrûpayê û gelek deverên din bûne, min bi wênegiriyê nas dikin."
Ji dawet û şahiyan heta bi sûk û sikakan
Mûsa di dawetan de, di Newrozan de, di cejn û şahiyan de, di geşt û seyranên bihar û havînan de çûye wêneyên şêniyên herêma Cizîrê girtine, bi qewlê wî, arşîva wêneyên wî "li tûr û telîsan hilnayê."
Her wiha Mûsa wêneyê stranbêj û şanogerên mîna Şivan Perwer, Dûredil Ham, Ebû Enter û Semîra Tewfîq jî girtine: “Li sûka bajêr posterê hunermend Semîra Tewfîq dihatin daliqandin. Wêneyên min li cem wî posterî girtine ji hezarî zêdetir in. Gava min wêneyê kesekî digirt yekî din dikete şûna wî. Heta nas û dostan telefonî min dikir, digot ‘ka were wêneyê me bigire’."
Min bi mekîna min veşêrin
Ji maliyên ji karê wî nerazî re gotiye, "Ez ji vî karî hez dikim û ez dest jê bernadim. Ez ê heta mirinê bi vî karê xwe rabim. Gava ez bimirim jî ez ê makîneya xwe bi xwe re bibim gora xwe."
Mûsa gelek wêneyên şêniyên bajêr li cem xwe hilgirtine ûdibêje, “Mirovên koçkirî heke rojekê vegeriyan û ez sax bim, bila bên ez ê wêneyên wan bidime wan. Ez hem negatîfa wan fotoyan hem jî awayê çapkirî li cem xwe radigirim. Bi pirranî ez sûretê rewş û tîtalê mirovan ê nav jiyanê digirim."