Armanca tecrîdê li Îmraliyê têk çû

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 03:10

  • Ramanger Nils Andersson anî ziman ku armanc ji tecrîdê şikandina îradeya mirovan e û got: Yên ku li Îmraliyê têk çûn komploger bûn. Berxwedana Îmraliyê hêza mirov, hêza Ocalan nîşan da.

Fikrên Rêber Abdullah Ocalan li cîhanê, li nava gelan çima gelekî deng vedide? Di nava tengavî û rewşa xitimandî ya sîstema kapîtalîst de girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan çi ye? Berxwedana li Îmraliyê ya 26 salan û rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê tê çi wateyê? Gelo komploger gihîştin armanca xwe? Yek ji ramangerên Fransayê yên naskirî Edîtor-Nivîskar û Parêzvanê Mafên Mirovan Nils Andersson bersiv da van pirsan.

Di destpêka axaftina xwe de Nil Andersson got:"Ev tecrîd şerma me ye û şerma Rojava ye ku li pêşberî vê tecrîdê bêdeng dimîne, şirîkê wê ye. Abdullah Ocalan bi biryardarî li ber vê tecrîdê radibe. Tecrîd di heman demê de qanûna kapîtalîzmê jî nîşan dide. Rexneyên Abdullah Ocalan ên li hemberî sîstema kapîtalîst li ber çavan e. Dixwazim gotineke wî bi bîr bixînim. Ocalan dibêje, 'Lîberalîzm û ezeztî bi giranî weke çarçoveya îdelojîk a bingehîn a kapîtalîzmê tê bilêvkirin, lê belê hegemonya îdeolojîk a kapîtalîzmê şexs ewqasî tecrîd kiriye ku beriya niha ti sîstemê nekariye di vê astê de bike'. Ev tespîta Ocalan gelekî rast e. Bi rastî jî Ocalan ji aliyê vê sîstema kapîtalîst ve hatiye tecrîdkirin û çar sal in bi tenê hatiye hiştin."

Fikrên wî sosyolojiya azadiyê ye!

Nils Andersson diyar kir ku fikrên Ocalan îro ji gelek pirsgirêkan re çareseriyê pêşkêş dike û got:"Ji ber trajedî û hovîtiya heyî ya li Xeze û Lubnanê, pirsgirêka herêmî di rewşeke hîn hesas de ye. Ev herêma cîhanê niha ketiye bi bandora rîska belavbûna nakokî û şer. Di vir de em bi aliyekî girîng ê fikrên Abdullah Ocalan re rû bi rû ne. Fikrên Ocalan mîna çiyayên Torosê, mîna lehiyeke geş, di dîroka şaristaniyên antîk, bi taybetî jî dîroka şaristaniyên Mezopotamyayê de her wiha bi nêrîna li şaristaniyên Yewnan û Roma ber bi roja me ya îro diherike. Fikrên Abdullah Ocalan hem di rexnekirina kapîtalîzmê de hem jî di wergirtina dersan a ji serneketina planên şer de ji aliyê herêmî ve sosyolojiyeke rasteqîn a azadiyê ye. Ji ber vê yekê fikrê Abdullah Ocalan ji bo azadiya civakî û nêzîkatiya li rizgariyê gelekî girîng e." Nils Andersson li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê têkildarî azadiya jinê jî got:"Mîna ku Abdullah Ocalan dibêje, 'Heta ku jin azad nebe, civak û mêr azad nabe', yek ji ya din cuda nîne. Ev yek pîvana bingehîn a Ocalan e, bi taybetî li cîhaneke ku azadiya jinê gelekî girîng û hêja ye."

Azadiya wî wezîfeya me ye!

Andersson destnîşan kir ku nêzîkatiya li Ocalan encama hevsengiyeke hêzê ya navbera hêzên gel a demokratîk û hêzên kapîtalîzm û emperyalîst e û got:"Her kesên xwe demokrat dibînin, divê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemûyan bikin. Mesele guhertina rejîman nîne, mesele veguhertina vê hesta demokratîk e. Abdullah Ocalan bi rastî jî mînakek e. Bi vî rengî gotibû, 'Hevrêyên min, dostên min welê difikirin ku trajediyek bi serê min ve hatiye. Lê belê divê hûn bi vê zanibin, eger ev trajedî nebûya min ê nekarîbûya jiyana azad nas bikira'. Ev gotin, ji bo me, ji bo dijminên me, ji bo yên ku dikarin wateya wê fêhm bikin, bi dersan têr û tijî ye." Nils Andersson destnîşan kir ku armanca dîrokî ya tecrîdê şikandina îradeya mirov e û got:"Lê belê dema Ocalan dibe mijar, mirov dikare bibîne ku ev yek bi rengekî mutleq têk çûye. Îradeya Ocalan nikare bê şikandin, ji ber ku baweriya xwe heye, vîzyoneke xwe ya civakî heye, artêşeke xwe ya şoreşger heye ku ji bo azadiya gel û mafan têdikoşe. Lewma nikarin îradeya Ocalan bişikînin. Di nava şert û mercên tecrîdê de bi karên xwe yên serketî fikir diafirîne. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide ku hevrik û dijminên Ocalan bi ser neketin. Divê dawî li vê şermê bê anîn û Ocalan azad bibe. Azadkirina Ocalan jî wezîfeya me hemûyan e."

Nils Andersson kî ye?

Fredy-Nils Andersson ê 91 salî ku bi giranî weke Nils Andersson tê naskirin, ramangerek, edîtor û nivîskarekî Swîsreyî-Fransî yê bi eslê xwe ji Swêdê ye. Nils Andersson bi taybetî bi sekna xwe ya dijberiya li mêtingeriyê û bi helwesta xwe ya alîgiriya aştiyê tê naskirin. Ji ber nivîsên xwe yên ji bo piştevaniya şervanên Vîetnamî û têkoşîna serxwebûnê ya Cezayîrê, her wiha bi gotarên xwe yên li ser fikrên Mao Zedung sala 1966'an ji Swîsreyê hate dersînorkirin. Piştre li Fransayê bi cih bû û jiyana xwe ya perwede û polîtîk li vir dewam kir. Nils Andersson ku gelek pirtûkên xwe hene, bi sekna xwe ya li dijî mêtingeriyê û piştgiriya xwe ya ji bo tevgerên azadiyê yên li cîhanê fîgurekî girîng ê li qada entelektuel û siyasî ye. Nils Andersson ji bo çapa Fransî ya pirtûka 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşgotin nivîsî.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.