Armanca me azadiya Rêbertiyê ye

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 02:40

Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê destpê kir, di sala 13'an de bi biryardarî dewam dike.

Çalakiya ku her hefteyê bi komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike, kete hefteya 630'î. Di hefteya nû ya nobedê de koma ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakî dewr wergirt. Bi navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Hasan Torî, Lîlav Şêxahmed û Agît Kaplan di nava koma çalakiyê de ne. Di nava rojê de endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saint-Avold a Fransayê serdana çalakgeran kirin. Çalakgerên Nobeda Azadiyê diyar kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û gotin:"Heta ku azadiya Rêberê xwe misoger bikin em ê têbikoşin."

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.