Armanc tinekirina destketiyan e

Çarşem 17 Tîrmeh 2024 - 01:45

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser herêma Pênciwênê daxuyaniyek da. YRK’ê diyar kir ku armanca van êrîşan dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Demeke dirêj e, li gel şerê ku li gelek herêmên Kurdistanê dimeşe, tevgera çavdêrî û bombebarana dronên Tirkiyeyê li herêma me zêde bûye. Li gel şerê dijwar yê ku li herêma Behdînanê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşe, herêmên me jî dibin armanca êrişên hewayî. Rojane gelek balafirên çavdêriyê li herêmên me difirin û demeke dirêje ev tevgerên çavdêriyê li gel êrişên hewayî berdewam in. Dijmin bi awayekî hovane jîngeh, rez û bostanên gundên herêmê dike armanc û zerareke mezin dide berhem û jiyana gelê me. Di vê çarçoveyê de roja 3’ê Tîrmeha 2024’an, artêşa Tirk bi balafirên şer gundên Pênciwênê bombebaran kirin. Her wiha roja yekşemê, 14’ê Tîrmeha 2024’an, piştî çavdêriyeke çend rojî, bi rêya gelek drone û balafirên şer sê caran herêmên nêzîkî gundê Nizarê yê ser bi Pênciwênê hatin bombebarankirin. Bê gûman ev êriş beşek in ji dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên me û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Armanca van êriş û vê dagirkeriyê tunekirina gel û destkeftiyên gel e. Divê dijmin bizane ku em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin, vîna me di vî warî de xurte û nayê şikandin. Pêwîste gelê me hestiyar nêzîkî vê rewşê bibe û li hember êrişên dagirkeriyê yên metirsîdar yên dewleta Tirk nerazîbûna xwe nîşan bide. Divê em bizanin ku ev tevger û êriş ne asayî ne, di asteke bilindtir de ne û bi hevkarî û piştgiriya PDK’ê û bi armanca tunekirina destkeftiyên gelê Kurd têne kirin. Ji ber vê yekê, pêwîste hişyarî û helwesta gelê me jî di asteke bilind de be. Di rojên pêş de em ê agahiyên berfirehtir li ser van êrîşan ji gelê xwe û raya giştî re belav dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.