Armanc piştevaniya QSDˈê ye
Pêncşem 23 Çile 2025 - 02:35
Jinên ji bajarê Şedadê piştgiriya xwe bi şervanên QSDˈê û berxwedarên li Bendava Tişrînê re anî ziman û gotin:"Em teqez dikin ku em jin û mêr heta pêkanîna serkeftinê hevgirtî ne. Armanca me piştevaniya QSDˈê ye."
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 40 rojan e êrişî Bendava Tişrînê dikin û gelek komkujî li dijî berxwedêrên parastina bendavê kirin. Di encamê de 15 kes şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûne.
Jinên ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê li hemberî êrişan piştgiriya xwe bi şervanên QSDˈê û nobedarên bendavê re nîşan da.
Xewla Siwêlih bi van gotinan piştgiriya xwe bi berxwedêrên li Bendava Tişrînê re anî ziman û got: "Em jinên li herêma başûr, piştevaniya şêniyên me yê li Bendava Tişrînê nobeta parastinê dikin, erka xwe dibînin."
Rehef El Ebdullah ku beşdarî çalakiya gel a li Bendava Tişrînê bibû, girîngiya piştevaniya bi QSDˈê û nobedarên bendavê re destnîşan kir. Rehef got: "Em jinên li herêma başûr piştevaniya xwe bi şêniyên li bendavê re radighînin. Armanca me piştevaniya QSDˈê ye. Em teqez dikin ku em jin û mêr heta pêkanîna serkeftinê hevgirtî ne."
ANHA/HESEKÊ