Armanc milyonek îmze ye

Yekşem 8 Gulan 2022 - 21:21

  • Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên qedexekirî' bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 100 hezar îmze hatin komkirin.

Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên qedexekirî' bê derxistin, di çarçoveya kampanyayê de li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 100 hezar îmze hatin komkirin.

Ji endamên Komîteya Kampanyayê Mihemed Emîn Pênciwênî li ser karên xwe ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku kampanya baş dewam dike, ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin û piştgiriyeke xurt ji kampanyayê re tê dayin.

Mihemed Emîn Pênciwênî ragihand ku li Herêma Kurdistanê zêdeyî 100 hezar îmze hatine komkirin û anî ziman ku armanca wan komkirina milyonek îmzeyê ye. Mihemed Emîn Pênciwênî got, "Em ê îmzeyên ku kom kirine pêşkêşî Dadgeha Laheyê ya Navneteweyî ya li Hollandayê, Dadgeha Strasbourgê ya li Fransayê û saziyên pêwendîdar bikin. Di demeke nêz de di vê mijarê de em ê civîn û konferanseke berfireh lidar bixin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.