- Besê Hozat daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxand a ku xwestibû tecrîd bê bidawîkirin û got, gelê Kurd li şûna gotinan êdî gaveke berbiçav dixwaze.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû.
Besê Hozat destpêkê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand û got, "Komploya navneteweyî 24 sal in bênavber bi rengê cuda dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê weke êrişên qirkirinê, li Başûr bi rengê êrişên qirkerî û dagirkeriyê, li Rojavayê Kurdistanê bi rengê êrişên qirkerî û dagirkeriyê dewam dike. Li Ewropayê, li gelek deverên cîhanê bi rengê sûîqestan, kuştinên siyasî û komkujiyan dewam dike. Li hemberî vê yekê têkoşîna ku bîst û çar sal in bênavber tê meşandin, dewam dike. Li dora berxwedana Rêberê me, berxwedana gelê me, gerîla, jinan û ciwanan li her derê bi rengê herî bi heybet dewam dike. Di heman demê de komplo di nava pêvajoyê de pûç kir."
Rêber APO hîn jî li berxwe dide
Besê Hozat anî ziman ku armanca komploya navneteweyî îmhakirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û got, "Weke qonaxeke sêyemîn jî xwestin Kurdan qir bikin, polîtîkayên qirkirina Kurdan ên sed salî bi encam bikin. Lewma vê têkoşîn û berxwedana ku bîst û çar salan dewam dike, ev konsept pûç kir. Rêber Apo hîn jî têdikoşe. Li her derê gelê Kurd têdikoşe, li ber xwe dide. Gerîlayên Kurd li ber xwe didin. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi heybeteke mezin, bi hêz û potansiyela xwe li ser piyan e. Têkoşîn mezin bû. Û gihîşt wê astê ku bandorê li gelên li herêmê, jinan bike û bixe nava liv û tevgerê. Bandor li cîhanê kir, bandor li civakan kir, li gelan kir û tevgera azadiyê ya Kurd ji aliyê siyasî ve li herêmê bûye aktorekî siyasî yê bingehîn û bi roleke girîng radibe."
Taş û Akar welatparêzên me yên hêja ne
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi vê wesîleyê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got, "Hevrê Viyan Soran ku şeva 1-2'ê Sibata 2016'an bedena xwe da ber agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Her wiha şopdarên vê xetê, hevrê Veysî Taş û Mehmet Akar ên dema nêz bedena xwe dan ber agir, welatparêzên me yên hêja bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim."
Besê Hozat destnîşan kir ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê weke dewama komploya navneteweyî tê bicihanîn û got; "Tecrîda mutleq, polîtîkayên qirkirinê dewama komploya navneteweyî ne. Ji xwe komploya navneteweyî li Îmraliyê weke sîstema teşhîsê ya êşkenceyê dewam dike û li hemberî vê yekê têkoşîneke xurt tê meşandin. Ev têkoşîn îro jî bi şêweyên cuda dewam dike. Di encama vê têkoşînê de eger îro Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî têkildarî tecrîdkirina Rêbertî dibêje 'qutkirina têkiliyê ya mutleq heye û divê dawî li vê bê anîn', weke encameke vê têkoşînê neçar man ku vê bibêjin. Naxwe, hemû şirîkê komploya navneteweyî ne. Di serî de Emerîka, Ingilistan û Îsraîl welatên Ewrûpayê, gelek dewletên di nava Neteweyên Yekbûyî de, di nav komployê de cih girtin. Ji Rûsyayê heta bi Misirê, Îranê û Yewnanistanê çalak cihê xwe di nava vê komployê de girtin. Eger Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî radibe daxuyaniyeke bi vî rengî dide, ev yek encameke têkoşîna bîst û çar salan e.
Divê NY helwêsteke pratîkî nîşan bide
Tişta ku Komîteya Mafên Mirovan a NY´yê jê re 'qutbûna têkiliyê ya mutleq' dibêje, tecrîda mutleq e. Wê demê divê gava pratîkî biavêje. Yanî ev yek divê ne tenê gotin be.
Lewma NY di vê mijarê de divê li hemberî Tirkiyeyê helwêsteke cidî, helwêsteke pratîkî nîşan bide. Divê karibe pêkanînekê ferz bike. Em li benda vê ne.
CPT jî daxuyaniyên bi heman rengî beriya niha dabû. Bi salan e li hemberî CPT nerazîbûneke cidî heye, protesto hene. Meha Îlonê çû Îmraliyê û hat, daxuyaniyek neda. Gelek îdîa û agahiyên bi guman hene. Çû neçû, çawa çû, têkiliyeke çawa danî nayê zanîn. Em ji vê re êdî bibêjin qirêj, yan çi bibêjin? Têkildarî tenduristiya Rêberê me gelek agahî hene. Daxuyaniyeke berbiçav nehate dayîn. Helwêstek nehate nîşandan. Gelê Kurd êdî ji daxuyaniyan têr e. Ev Neteweyên Yekbûyî dibe, CPT dibe. Dibe ku sibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) be, Konseya Ewrûpayê be, Emerîka be. Ev gel û tevger ji van hêzan dixwaze ku gava pratîkî ya berbiçav biavêjin.
Êdî nebin hevparê komployê
Besê Hozat destnîşan kir ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê divê êdî bê şikandin û got, "Divê Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Emerîka êdî nebin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê. Hêzên ku ev komplo kirin êdî divê nebin hevpar. Nebin beşek ji vê qirkirinê. Gelê Kurd li benda vê yekê ye, vê ji wan dixwaze.
Li ser vê bingehê çalakiyên ku têne lidarxistin gelekî girîng in. Vaye li pêşiya Meclîsê parlamenter bi hefteyan e çalakiyê dikin. Gelekî girîng e, raya giştî ava kir. Di 6'ê Sibatê de ji Gever û Qoserê ber bi Gemlîkê ve wê meşek bê lidarxistin. Ez ji niha ve vê meşê silav dikim, pîroz dikim. Divê tenê bi Gemlîk, Qoserê bi sînor nebe. Li dijî komploya navneteweyî çalakiyên li Kurdistanê û derveyî welat divê gelekî bi heybet bêne lidarxistin. Divê em sala 2023'an teqez bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."
Di dewama axaftina xwe de Besê Hozat got, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Armanca me ya esasî divê ev be. Belê divê em tecrîdê bişikînin, lê belê divê em tenê bi şikandina tecrîdê bi sînor nemînin. Divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin. Armanca esasî divê ev be û li ser vê bingehê li her derê çalakî û berxwedaneke berfireh bê kirin."