- Desteya Çandê ya herêma Firatê bi alîkariya Tevgera Mezepotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk li herêma Firatê bi dirûşmeya “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” dest bi festîvala şanoyê kir.
Desteya Çandê ya herêma Firatê bi alîkariya Tevgera Mezepotamya ya Çand û Hunerê Demokratîk li herêma Firatê bi dirûşmeya “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” dest bi festîvala şanoyê kir. Festîvala şanoyê wê 7 rojan bi beşdarbûna komên ji Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Kobanê û Efrînê dewam bike.
Festîval li navenda Çand û Hûner a Baqî Xido tê li darxistin û di vekirina wê de bi dehan ji şêniyên Kobanê û Rêveberiya Xweser, sazî û rêxistinên civaka sivîl, hunermend, şanoger û mêvanên ji bajarên cuda yên herêma Firatê amede bûn. Cihgira meclîsa rêveber ya herêma Firatê, Emîne Bekir di vekirina festîvalê de peyivî.
Em xwedî vîneke mezin in
Emîne Bekir got, “Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane bi êrîş, gef û komkujiyên dewleta Tirk re rû bi rû ne. Ew hewl didin ku pêkhateyên vê herêmê qir bikin û pergala me tine bikin. Lê em ji van êrişan bi hêztir in, ev festîvala çand û hûnerî jî bersiv e ku em xwedî hebûn û vîneke mezin in.”
Paşê Festîvalê di roja yekemîn de bi pêşkêşkirina şanoya mûzikê ya destana Memê Alan dest pê kir. Li kêleka şanoyê, pêşenageha wênayan jî hat vekirin. Îro jî wê bajreke din şanoyekê pêşkêş bike û her pênc rojên mayî jî wê di nava 5 bajaran de bên dabeşkirin û her yek wê lîstikekê nîşan bide.
Her sal li bajarekî
Cîgira Desteya Çandê ya herêma Firatê û endama komîteya amedekar a festîvalê, Rodîn Yusif jî got, “Piştî amedekariyên 5 mehan, me dest bi yekemîn festîvala şanoyê ya şehîd Arîn Mîrkan kir. Diviyabû me di salvegera şehîd Arîn de, di 5`ê Cotmehê de li darxista, lê ji ber belavbûna şewba vîrûsa Korona û qedexeya derketina derve, me taloq kir. Ji Îsal û pê ve, ev festîval wê her sal li bajarekî din bi slogana “Arîn bisk û zulfên aştiyê ye” were li darxistin.”
JINHA/KOBANÊ