Arî-Der ji bo ziman têdikoşe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:45

FETHÎ BALAMAN / MA / ÊLIH

Kesên ku li ARÎ-DER'ê mafê atolyeya mamostetiya Kurdî bi dest xistin, diyar kirin ku ew li bendê ne ku dersan bidin û bal birin ser têkoşîna ji bo zimên. 

Kursên Kurdî yên Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) li Êlihê dewam dikin. ARÎ-DER di sala 2018’an de bi navê Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman a Mereto hat avakirin. Di 3'yê Tîrmeha 2021'ê de navê xwe guherand, kir ARÎ-DER. Heta niha li vir bi sedan xwendekarî dersên Kurdî girtine. Niha di bin banê komeleyê de 5 atolye hene. Dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî tên dayîn.

Komeleyê sertîfîka da 70 kesên ku di navbera salên 2022-2023'yan de beşdarî qursên Kurdî bûne. Her atolyeyek 3 mehan dewam dike. Kesên ku atolyeya asta yekem biqedînin paşê mafê wan heye ku di atolyeya din a 3 mehan de dersan bigirin. Xwendekarên ku hemû atolyeyan biqedînin, dikarin beşdarî atolyeya mamostetiyê ya 9 mehan bibin.

Şagirt bû niha bûye mamoste 

Ji mamosteyên komeleyê Şînda Ayazgulê li Kurdî-Dera Êlihê pêşî perwerde bû. Dewleta Tirk Kurdî-Dera Êlihê bi erkên Rewşa Awarte (OHAL) girtibû. Lê Şînda Ayazgulê dest ji têkoşîna zimanê zikmakî berneda. Şînda Ayazgul a ku bi vekirina ARÎ-DER'ê re dest bi mamostetiyê kir, ji sala 2011'ê ve hînî Kurdî dibe û Kurdî hîn jî dike. Şînda Ayazgulê da zanîn, herçî li komeleyê qursan hemûyan biqedîne, paşê dest bi qursa mamostetiyê dike: "Ez li vir dersên du atolyeyan jî didim. Me di 22'yê Kanûnê de sertîfîka da kesên ku di atolyeyan da ders girtin. 12 mamosteyan sertîfîkayên xwe wergirtin. 58 kesan sertîfîkayên di asta 1, 2 û 3'yemîn de wergirtin. Yên ku xwediyê bawernameya mamostetiyê ne, li komeleyê dersê didin. Heger miracaet hebin, em ê polên nû vekin û dersan bidin."

Dixwaze bibe mamoste û ders bide 

Fîzyoterapîst Mecît Çevîk, bêhtirî salekê ye ku li komeleyê beşdarî atolyeyan dibe, wî atolyeya asta sêyemîn qedand. Armanca Çevîk ew e ku atolyeya mamostetiyê biqedîne û karibe dersê bide xwendekaran. Çevîk got, "Ez hatim kursê hem ji bo bi zimanê xwe bixwînim, hem jî binivîsim. Ez ji malbateke kurdîaxêv im. Ji bo ku zarokan fêrî Kurdî bikim û Kurdî bi pêş bixim, diçim komeleyê. Li vir atmosfereke germ heye. Em bûne wek malbatekê. Em bang li her kesî dikin da ku beşdarî vê malbatê bibin. Em Kurdiya xwe bi pêş bixin û em Kurdî bigihînin asteke bipêşketî."

Çevîk da zanîn ku armanca wan ew e ku hemû warên jiyanê veguherînin Kurdî: “Bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bifikirin, bi Kurdî binivîsin. Bi Kurdî bijîn. Em warên jiyanê hemûyan veguherînin warên Kurdiyê û bi vî awayî polîtîkayên asîmîlasyonê pûç bikin."

Werin em ji bo ziman têbikoşin

Melek Kalkan jî ev ev salek e li ARÎ-DER'ê dixwîne. Armanca wê jî weke ya Mecît Çevîk e. Kalkan atolye hemû qedandin û mafê çûna atolyeya mamostetiyê wergirtê. Wê got, jin zimanê Kurdî diparêzin û di her warê jiyanê de bi rola pêşengtiyê radibin: "Rola jinê di warê bipêşxistina zimanê Kurdî de gelekî girîng e. Têkoşîn û hebûna jinan li her derê ye. Armanca me ew e ku em bi Kurdî biaxivin û li qadên ku lê hene, Kurdî bi pêş bixin. Ev, ji bo bipêşxistina Kurdî gelekî girîng e." 

Melek Kalkanê xwest li dijî qirkirina Kurdan û zimanê wan her kes li her derê bi kurdî bipeyive: "Komeleya me ji bo zimanê Kurdî têdikoşe. Ez hatim komeleyê ji bo ku baştir bi Kurdî biaxivim û pê binivîsim. Werin vir, em bi hev re têkoşînê bimeşînin. Werin em zimanê Kurdî li her warê jiyanê bidin der." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.