Rojnamevan Qareman Şukrî Zeynedîn ji 27’ê Çileyê ve ji aliyê PDK’ê ve hatiye binçavkirin û heya îro aqûbeta wî nayê zanîn. Birayê Şukrî diyar kir ku aqûbeta birayê wî nayê zanîn û tiştek ji bo wan nayê gotin.

Di 27’ê Çileya 2021’an de hêzek çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala Rojnamevan Qareman Şukrî de girtin. Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhevkirin, li hemberî malbata rojnamevan axaftinên nexweş jî kirin. Çekdaran Rojnamevan Qareman Şukrî binçavkirin û birin cihekî nediyar. Ji wê rojê ve aqûbeta Qareman Şukrî nayê zanîn.

Birayê Rojnameger Qareman Şukrî, Zêrevan Şukrî têkildarî aqûbeta birayê xwe got: “Me gelek caran serdana Asayîşa Şêladizê kir, lê heya niha cihê birayê me lê tê ragirtin, nayê zanîn. Em bi telefonê jî pê re neaxivê ne.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye; rojnamevan Qareman Şukrî yê 24 salî ev cara sêyemîne tê girtin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ