Aqûbeta girtiyên Behdînanê
Çarşem 2 Mijdar 2022 - 04:15
BIRWA ESHED/ROJNEWS/SILÊMANÎ
Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen da zanîn ku heger berdana bi merc a girtiyên Behdînanê bê astengkirin, berdana wan wê di navbera Kanuna îsal û Hezîrana 2023’yan de be.
Beşdar Hesen derbarê neberdana girtiyên Behdînanê û sedemên li piştê de ji Rojnewsê re axivî û got; “Mijara girtiyên Behdînanê bi ser çend beşek de dabeş dibe, yek ji van jî dosya girtiyên Şêladizê ye ku ev du sal in di girtîgehê de ne. Li gorî madeya 21´ê ya sala 2003’yan a parlamena Hewlêr, me li dadgeha deşta Hewlêrê daxwaza berdana bi merc kir, lê ev daxwaza me hat redkirin.”
Derbarê sedema redkirina daxwaza wan de Beşdar Hesen got: “Destpêkê ji me re gotin, wê ev girtî jî bikevin ber berdana bi merc. Lê piştre dozgerê giştî ji ber destwerdanên hizbî fikra xwe guherî. Dadgehê jî pişta xwe bi fikra dozgerê giştî qewîn kir û daxwaza berdana bi merc red kir.”
Ji bo ku Şêrwanî bernedin
Beşdar Hesen derbarê rewşa girtiyê Behdînanê Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî de jî got: “Niha Şêrwan Şêrwanî û hevalên wî veguheztine cihekî ku em pê nizanin li ku derê ye. Me gelek hewl da ji bo hevdîtina bi girtiyan re, lê destûr nehat dayîn. Guman hene dosyayeke din li ser Şêrwan Şêrwanî vekin.”
Derbarê dosya Mela Şivan, Herîwan Îsa, Eyaz Kerem û Guhdar Zêbarî de jî Parêzer Beşdar Hesen got: “Heger berdana bi merc were bicihkirin, em ê hefteya bê daxwaza destwerdana reforman li serokatiya dadgeha temîzê ya Kurdistan û li endamên dadgeha temîzê bikin. Wek tîma parêzeran, em ê van hewildanên xwe dewam bikin. Heger em bi ser kevin, ev girtî hemû wê sûdê ji berdana bi merc bibînin.”
Beşdar Hesen da zanîn ku heger girtî bi merc neyên berdan û hikmê xwe temam bikin, wê girtiyên Şêladizê di navbera 10-15’ê meha 12’an a îsal de werin berdan. Girtiyên din jî wê meha Hezîrana 2023’yan werin berdan.