Aqilê çêkirî ‘Furukoto’ senaryo nivîsand!

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Nîsan 2022 - 22:21

  • Li Japonyayê bi saya aqilê çêkirî, senaryoya kurtefilma bi navê “Boy Sprouted” ya ku 26 deqîye ye, hate nivîsandin. 

Li Japonyayê bi saya aqilê çêkirî, senaryoya kurtefilma bi navê “Boy Sprouted” ya ku 26 deqîye ye, hate nivîsandin. “Furukoto” ango aqilê çêkirî senaryoya filmê nivîsand û film niha tevlî festîvalan dibe.

Senaryoya ku Furukoto nivîsandiye, behsa zarokekî dike yê ku ji firingiyan hez nake. Diya zarokî hewl dide ku firingiyan pê bide hezkirin. Derhênerê filma “Boy Sprouted” Watanabe derbarê senaryoyê de dibêje, “Qelîteya senaryoyê gelekî baş bû. Weke ku mirovekî ew nivîsandibe, ewqasî baş bû.”

Beriya niha çend senaryoyên ku bi aqilê çêkirî hatibûn nivîsandin hebûn, lê çêkerê filma “Boy Sprouted” Hirokî Tawada wiha diyar kir ku senaryoyên berê ne xwedî hûnak bûn. Hirokî Tawada dibêje, “Mijarên senaryoyên berê tevlîhev bûn û çawalêhato bûn. Di senaryoyên berê de tiştên balkêş ew bûn ku ew ji hêla aqilê çêkirî ve hatibûn nivîsandin. Lê me nexwest, em hemat tiştî dubare bikin. Me xwest, em bi saya aqilê çêkirî senaryoyeke birêkûpêk derxin holê û vê senaryoyê bikin film.”

Furukoto bi zimanê Japonî tê maneya “Çîrok”ê. Şirketa bi navê Ales Co., Ltd. ve hatiye çêkirin. Furukoto bi saya teknolojiya P-S-L ji nav gelek hevokan, hevokên herî guncaw hildibijêre û ji van hevokan senaryoyekê ava dike. Furukoto dikare di senaryoyê de li gel hûnakê, dahûrandina hestan jî ava bike. 

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.