Aqûbeta nediyar a endamên Tevgera Azadî

Duşem 21 Îlon 2020 - 16:07

  • Parêzerê endamên Tevgera Azadî yên li Hewlêrê hatine girtin Herêm Refet, da zanîn heya niha jî rê bi wî nehatiye dayîn serdana kesên girtî bike.

Parêzerê endamên Tevgera Azadî yên li Hewlêrê hatine girtin Herêm Refet, da zanîn heya niha jî rê bi wî nehatiye dayîn serdana kesên girtî bike. Rifet got heya niha jî haya wan jê nine endamên Tevgera Azadî di kîjan girtîgehê de tên girtin û aliyên peywendîdar jî ti bersivek li ser girtina wan nadin. Ev yek jî di demek de ye ku li gorî yasayên Iraqê divê di nava 24 saetan de çarenûsa kesên girtî were eşkerekirin.
Zêdetirê meheke hejmarek ji endamên Tevgera Azadî li Hewlêrê ji aliyê asayîşa ser bi PDK’ê ve hatine girtin û heya niha jî çarenûsa wan nediyare. Parêzerê girtiyan jî da zanîn heya niha ti zanyariyek li ser dosya wan bi dest neketiye.
Parêzerê endamên Tevgera Azadî yên hatine girtin Herêm Rifet, da zanîn ku hejmara endamên Tevgera Azadî yên hatine girtin ji 10 kesan zêdetirin.
Parêzer Eşwaq Necîb jî bal kişand ser aliyê yasayî û got: “Divê di nava 24 saetan de tometbar îfadeya wî were girtin.”
Li gorî zanyariyan, heya niha zêdetirê 10 endamên Tevgera Azadî li sinorê parêzgeha Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDKê ve hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nediyare û hinek ji wan jî di girtîgehên asayîşê de ne.
Di nava girtiyan de Endama RJAK’ê Semîre Mihemed Emîn a 6’ê Tebaxê hatibû binçavkirin, li girtîgeha çaksazî ya jinan a Hewlêrê de tê ragirtin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.