- Emîn Ebdo da zanîn tevî du hevalên xwe, li gorî daxwaza civakê di 6’ê Çileyê de dest bi çêkirina peykerî kirine.
NÛJIYAN ADAR / ANF/QAMIŞLO
Apê Yûsif Gulo, tevî neviyên xwe Mazlûm û Mihemed Gulo di 9’ê Mijdara 2021’ê de li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi droneya biçek hatibû şehîdkirin. Peykersaz Emîn Ebdo peykerê Apê Yûsif Gulo çêkir û wî got, ew bi vê berhemê serbilind e.
Emîn Ebdo da zanîn tevî du hevalên xwe, li gorî daxwaza civakê di 6’ê Çileyê de dest bi çêkirina peykerî kirine. Emîn Ebdo anî ziman ku wî di sala 1988’an de Apê Yûsif nas kir û got, “Dema ku bi Tevgera Azadiyê re kar dikir, me hev gelek caran dît. Jixwe, em li heman taxê bûn, berê jî me hev nas dikir, lê belê bi Tevgera Azadiyê re em hîn bêhtir nêzî hev bûn. Vegotin ne hêsan e. Mirovekî xwezayî bû, pêşeng bû, şaşitî qebûl nedikir û gelekî dilsozê jiyanê bû. Hest û dilsoziya min a bi Apê Yûsif re kir ku ez vî peykerî çêkim. Naxwe çêkirina peykerê welatparêzekî mîna Apê Yûsif ne karekî hêsan e.”
Rûyê wî di hişê min de bû
Emîn Ebdo rûyê Apê Yûsif li hişê xwe neqişandiye: “Ji bo hêjayî Apê Yûsif be, me bejna wî bi du qatî mezintir çêkir. Weke gelê Rojava, em dixwazin peykerê berxwedan, lehengî û şehîdên xwe çêkin. Em dixwazin şoreşa xwe, keda xwe, mafên xwe bi rêya peyker jî nîşan bidin.
Gelekî bi wate bû, huner Apê Yûsif vebêje, keda wî nîşan bide. Ez gelekî pê kêfxweş bûm ku hêjayî keda wî bûm û min peykerê wî çêkir.”
‘Bi vî peykerî serbilind im’
Ebdo destnîşan kir ku çêkirina peykerê Apê Yûsif ji bo wî gelekî bi wate û xwedî cihekî taybet e û wiha dewam kir, “Pê serbilind im ku min peykerê kesayeteke welê berxwedêr çêkiriye. Apê Yûsif mezinê malbatekê bû ku 20 şehîdên xwe hene. Pêşengê malbatekê ye ku ji bo gel û xaka xwe li ber xwe dide. Çêkirina peykerê kesayetekî bi vî rengî yê berxwedêr hem min hestewar dike, hem jî serbilind.”
Ji kelecanê xew nakeve çavan
Ebdo ragihand ku di dema amadekariyê de xew nekete çavên wî, milîm milîm, parçe parçe li ser fikirî û got, “Di serma û seqemê de em xebitîn, bi coş û kelecaneke mezin me çêdikir. Em di qonaxa dawî de ne. Me bi rêya hunerî bersiv da dijmin.”