• Fotograf gelek caran belgekirina rêûresman e jî. Rêûresmên ku bi salan ji hêla civakan ve hatine parastin. Wênegir Jason Gardner yê ku xwe weke antropologekî bi nav dike, li gelek welatan geriyaye û rêûresmên ku ji hêla xelkan ve weke rîtûel tên pîrozkirin, kirine belge. Ew bi van fotografên xwe yên ku di heman demê de sembolên girîng in, ruhên civakan jî nîşan dide. 

Jason Gardner, weke antropologekî di warê fotograf û vîdeoyan de dixebite. Li dinyayê, hema bêje cih nîne ku piyên wî pêneketibe û ew neçûbiyê, lê fotograf negirtibin. Ew her çend li Emerîkayê bijî û bixebite jî mirov dikare bibêje, têkiliya wî bi hemû welatan re heye. Jixwe, Parîs mala wî ya duyem e û li wir jî bi gelek saziyan re di têkiliyê de ye. Lê wekî din ew piştgiriyê jî dide nivîskarên serbixwe û wênegirên ku dixwazin pirtûkên xwe çap bikin. Ji bo vî karî wî malpera “Visual Anthhropology Press” ava kiriye û piştgiriyê dide projeyên wênegiran da ku ew koleksiyonên xwe bi awayekî pirtûk çap bikin.

Hin welatên ku Jason Gardner li wan geriyaya û fotograf li wan girtine, ev in: Bulgaristan, Slovenya, Galîsya, Lehistan, Welatê Baskê, Spanya, Fransa, Îtalya, Awusturya, Yewnanistan, Makedonya, Bahama û Brezîl. Wî li van welatan karnaval, festîval û çalakiyên ku weke rîtûel pêk tên, şopandine û koleksiyonên pirr rengîn ên fotografan çêkirine. Her fotografekî wî, îşaret bi rêûresmekê dike, yanî ew, rêûresmên ku bûne çand ji xelkê re bi vê yekê belge dike. Wî herî dawî koleksiyoneke bi navê “We the Spirits” hazir kiriye û ji vê koleksiyona wî qederê 40 fotograf di navbera 11’ê Mijdarê û 18’ê Sibata 2024’an de li bajarê Ulmê Elmanyayê, li galeriya Stadhaus tên nîşandan. Wî ev koleksiyona xwe di nava 15 salan de temam kiriye û gelek wêneyên balkêş hene di koleksiyonê de.

Gund û bajarên ku rêûresmên xwe parastine

Fotografên Jason Gardner girêdana xelkê ya bi çand û rêûresman re nîşan didin. Her wiha ew nîşaneya folklorên dinyayê ne jî. Gardner hewl daye here gund û bajarên ku ji hêla kesên biyanî ve zêde nayên zanîn. Wî bi etnograf û pisporên çandê re jî hevkarî kiriye û tevî wan çûye van gund û bajaran da ku bi awayekî rast rêûresmên van xelkan nîşan bide. Di vê koleksiyona wî de em dibînin ku folklor û rêûresmên her civakê ji bo erdnîgariya ku lê dijîn, gelek girîng in. Ev çand û rêûresm bi salan hatine parastin û weke rîtûel îro jî dewam dikin. Her sembol yan jî cilûbergek xwedî maneyekê ye û îşaret bi taybetmendiya xelkan dikin. 

Sembolên di rîtûelan de girîng in

Jason Gardner balê dibe ser cilûberg û sembolên di van rîtûelan de û dibêje; “Ez di xebatên xwe de bi çandên cuda û rîtûelan dadikevim û nîşan didim ev rîtûelên ku êdî weke rêûresman hatine qebûlkirin, bi çi awayî tên pîrozkirin. Ez rîtûelên xelkên dinyayê bi awayekî dîtbarî dikim belge da ku siberojê ev rîtûel werin bibîranîn û neyên jibîrkirin. Gelek caran beşdarî çalakiyên hunerî û festîvalên dansê dibim. Hunerên li kolanan, cilûbergên ku di rîtûelan de li xwe dikin, bala min dibin ser xwe. Hin hêlên ku nayên dîtin jî bi rêya sembolan nîşan didim. Ji lewma sembol jî di van rîtûelan de gelekî girîng in.”

 Sembol nasnameya gelan tarîf dikin

Jason Garden dide zanîn ku ew fotografên xwe di çarçoveya “Antropolojiya Dîtbarî” de dinirxîne û got; “Ez bi saya çand û rêûresmên kevn ku di nav xelkê de populer in, serpêhatiyan vedibêjim. Gava ez li ser karê xwe hûr dibim û bi rêûresmên civakên dinyayê dadikevim, ferq dikim ku ez hin nasnameyan jî derdixim holê bi fotografên xwe. Ez di çalakiyên çand û hunerî de her tim dikevim pey hin sembolên ku nasnameya xelkê tarîf dikin. Hin caran dikevim pey stranekê û hin caran jî dikevim pey cilûbergekî da ku karibim bi sembolan çanda van xelkan nîşan bidim.”

Çand dewlemendiya ser rûyê dinyayê ye

Jason Gardner herî dawî ji bo karê xwe got, “Ev çalakiyên çandî û rîtûel girîng in ji bo min, ji lewre insan bi rêya van çalakiyan dikarin xwe îfade bikin. Tenê ne di warê çandî de her wiha di warê manewî de jî girîng in çalakiyên bi vî rengî. Ez jî dixwazim hêlên manewî, madî, întelketuel û hestiyarî yên civakên dinyayê nîşan bidim ku ew dewlemendiyên ser rûyê vê dinyayê ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN