An An 35 salî mir

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 22 Tîrmeh 2022 - 22:41

  • Hirçepandaya nêr a herî kal a dinyayê An An, ji ber nexweşiyên kalbûnê, 35 salî mir. Esas ji bo ku êşên wî dewam nekin bi otanaziyê hatiye bêruhkirin.

Hirçepandaya nêr a herî kal a dinyayê An An, ji ber nexweşiyên kalbûnê, 35 salî mir. Esas ji bo ku êşên wî dewam nekin bi otanaziyê hatiye bêruhkirin.

An An pandayê herî kal ê dihat zanîn bû. Ew ji sala 199´an ve li baxçeyekî heywanan ê Hong Kongê yê di nava parka kêfê Ocean Park de girtî bû. 

35 salên An An li gorî temenê mirovan dikin 105 sal. 

Saal 1999’an rayedarên Çînî An An û hirçepandaya mê Jia Jia weke diyarî di çarçoveya "dîplomasiya pandayan" de dabû Hong Kongê.

Jia Jia sala 2016’an 38 salî mir. Ew jî bû pandaya herî pîr a tê nasîn. Temenê pandayan normal di navbera 14-20 salan de ye.

Ku panda dikevin bîst saliya xwe êdî nexweşiyên weke zexta xwînê ya bilind li wan peyda dibin. Jixwe yek ji nexweşiyên An An jî ev bû. Piştî 17´ê Tîrmehê, An An êdî hew xwarin xwar. Piştî halê nexweş a bi hefteyan veterîneran biryar da ku alîkariya wî bikin da ku bêêş bimire. 

HONG KONG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.