ŞÎLAN ÇÎL / MA / AMED

Gelê kurd Serê Salê li gorî Salnameya Rûmî di 13’ê çileyê de pîroz dikin. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Çocukça, Komeleya Anka ya Sûrê, Komeleya Hêviyên Rengo rengo, Komeleya Genç Alan û Şanoya Bajêr a Amedê ew ê sersalê li Amedê bi hin çalakiyên cur bi cur pîroz bikin. Pîrozbahiyên sersalê ew ê bi çalakiya “Kosegeriyê” dest pê bikin. Piştre li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê koma erbanê û dengbêj derkevin ser dikê. Ji bilî pêşkeşkirina Stend-up’ê dê gelek hunermend derkevin ser dikê û stran bibêjin. Çalakiyên sersalê ew ê saed di 18:00’an de dest pê bikin

Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi yê têkildarî çalakiyan axivî, destnîşan kir ku 13’ê Çileyê rêûresmeke kevn a Kurdan e. Taşçi, da zanîn ku ew bi van çalakiyan hewl didin vê rêûresmê nedin jibîrkirin û got; “Îro di nav civakê de li hemberî çand û ziman biyanîbûnek heye. Ji ber vê yekê em hewl didin li her kolanê li her derê rêûresmên xwe xwe bigihînin mirovan. Em dixwazin biyanîbûna li hemberî çand û ziman bi dawî bikin.”

Bi kosegeriyê rêûresman nadin jibîrikirin

Taşçi, da zanîn ku ew ê çalakiyên wan dê bi “Kosegeriyê” dest pê bikin û dê bi vê çalakiyê li kolanan bigerin. Bi vî awayî bi kela canê kesên ku li kolanan in radikin û xelk bi kosegeriyê kêfxweş dibe. Taşçi got; “Gava me li kolanan ev çalakî lidar dixistin ciwan serê pêşî tênedigihîştin ev çi çalakî ne û bi awayekî hestiyar nêzî van çalakiyan dibûn. Lê piştî ku me her sal ev çalakî weke rêûresmekê domandin ew jî bi wextê re hay ji çanda xwe çêbûn. Di lîstika kosegeriyê de jin weke zilaman û zilam jî weke jinan cilan li xwe dikin û bi vî awayî em li malan digerin.”

Ew ê cih nemîne!

Taşçi, da zanîn ku xelk li çalakiyên wan xwedî derdikevin û jê hez dikin. Ev 4 sal in li ser hev ev çalakî tên lidarxistin û gelek saziyên cuda piştgiriyê didin van çalakiyên hunerî yên sersalê. Taşçi da zanîn ku ew bi gelek saziyan re xebateke hevpar dibin serî û got; “Her sal xwedîderketina li van çalakiyan zêdetir dibe. Ji bo îsal jî xebatên me yên di vî warî de xurt derbas bibin me haziriyên xwe kirine. Me naverokeke têr û tije hazir kiriye. Her wiha ew ê çend surprîzên me jî hebin. Ji niha de em ketina heyra cihê ku ew ê çalakî lê werin lidarxistin, ji lewma dibe ku cihê me teng be û cih nemîne.”

Taşçi, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em jî dê bi vê coş û kefxweşiyê sala nû pêşwazî bikin. Daxwaza me ya ji gel ew e ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Zarokên me ji çanda xwe dûr ketine, em bi wan re bi kurdî biaxivin û çanda xwe nedin jibîrkirin.”