Ambargoya Şamê derman nehiştin

În 26 Tebax 2022 - 22:24

  • Artêşa Tirk a dagirker 24`ê Tebaxê bi balafirên bêmirov êrişî Til Rifetê kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 5 kesên din birîndar bûn.

Ji rêveberên Nexweşxaneya Avrînê ya li Şehbayê, Dr. Azad Reşo da zanîn ku ji ber ambargoya hikûmeta Şamê ya li ser Şehbayê, derman li nexweşxaneyê tine ne û nikarin birîndarên komkujiya Til Rifetê derman bikin.

Artêşa Tirk a dagirker 24`ê Tebaxê bi balafirên bêmirov êrişî Til Rifetê kir, di encamê de 3 welatî şehîd bûn û 5 kesên din birîndar bûn. Ji birîndaran Zuhêr Ebdulrehman Mihemed jî doh şehîd bû û hejmara şehîdan bû 4.

Birîndar veguhastin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê, lê ji ber ku hikûmeta Şamê ambargo li ser kantonê ferz kiriye, derman peyda nabin.

Têkildarî rewşa birîndaran, endamê rêveber ê Nexweşxaneya Avrînê Dr. Azad Reşo got, ji ber ku ambargoya hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, zehmetiya peydakirina dermanan heye: "Birîndar li nexweşxaneya Til Rifetê dihatin dermankirin, lê ji ber ku derfet kêm bûn, ew rakirin Nexweşxaneya Avrînê û li vir jî zehmetî hene."

Azad Reşo bang li rêxistinên mirovî, navneteweyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) kir da ku li hember birîndaran bi erka xwe ya exlaqî rabin.

Birîndar Menan Reşîd jî got, "Em li pêş dikana xwe ya li kolana serdekê rûniştibûn, di dema teqînê de, min tenê parçeyên welatiyan dîtin û ez jî birîndar bûm. Dagirkeriya Tirk em ji Efrînê bi darê zorê koçber kirin û hewl dide tirsê bixe nava me, da ku me ji Til Rifetê jî koçber bike. Lê em ê heta rizgarkirina herêmên xwe, li ber xwe bidin."

Artêşa Tirk a dagirker di navbera 2019 û 2021`ê de li dijî koçberên Efrînê ku pirraniya wan zarok bûn, 2 komkujî pêk anîn. Di encamê de 13 welatî şehîd bûn û 10 ji wan zarok bûn.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.