Ambargoya PDK´ê li otîstan dixe

Sêşem 9 Sibat 2021 - 16:20

  • Ji ber ambargoya ku ev sal û nîv e PDK´ê daniye ser Wargeha Mexmûrê ya penaberan, zirara herî mezin li zarokên ostîst û bi sendorma downê dibe. Ji ber wê Navenda Hêvî ya ji bo Otîstan banga alîkariyê li Kurdistaniyan dike.  

ERDOGAN ALTAN
MA/MEXMÛR

Navenda Hêvî ya Otîzm û Sendroma Downê ya Kampa Mexmûrê, di şert û mercên dijwar de dixebite. Hevberdevkê navendê ji bo alîkariyê bang kir: "Em dixwazin her kes alîkariya Navenda Hêviyê bike."

Navenda Hêvî ya Otîzm û Sendroma Downê ya Kampa Mexmûrê di şert û mercên dijwar de, ji bo 30 xwendekaran bûye cihê hêviyê. Hevberdevkê navendê Salih Babat got, di miamelekirina bi otîzmê re teşxîsa pêşwext û perwerdehî pirr girîng e. Babat, destnîşan kir ku çendî ku şert û mercên tê de ne, dijwar bin jî ji bo ku zarokên otîst û bi sendroma downê ji perwerdehiyê bêpar nemînin, dixebitin.

Babat, bi bîr xist ku projeya Navenda Hêviyê, wan sala 2017'an temam kiriye û di sala 2018'an de jî navend vekirine. Babat diyar kir ku ji ber ku derfetên wan kêm in, ew nikarin amûran hemûyan peyda bikin û got, "Hejmara kesên ku pêdiviya wan bi perwerdehiya taybet heye, pirr zêde ye. Di otîzmê de teşxîsa pêşwext û perwerdehiya taybet pirr girîng in. Heger ev zarok baş bên perwerdekirin dê bi rihetî karibin daxilî nav jiyana civakî bibin. Me li kampê di şert û mercên dijwar de ev proje pêk anî. Em li gorî derfetên xwe zarokên xwe yên otîst, bi sendroma downê û astengdar perwerde dikin. Bi saya vê projeyê me alîkariya gelek kesan kir." 
 
Bi dilxwazî û xwebexşî

Babat got, bi hêz û quweta gel wan Navenda Hêvî ava kiriye û xebatkarên wê jî xebtakarên dilxwaz in: "30 xwendekarên me hene. Em heftê herî kêm 30 seansan dersê didin wan. Perwerdehiya akademîk, peywendî, peywendiya civakî û perwerdehiyên din. Ne Neteweyên Yekbûyî (NY) ne jî saziyên din alîkariya me nakin. Tenê hin welatparêzên li Elmanyayê alîkariya me dikin. Ji xeynî vê, heta niha kesî alîkariya me nekiriye. Hemû kar û barên wê bi dilxwazî tên kirin." 
 
Sal û nîvek e ku ambargo heye

Li ser ambargoya PDK´ê êrişên dewleta Tirk, DAIŞ û helwêsta Iraqê jî Babat got, "Kamp, ji roja ku hatiye avakirin ve, timî êriş li dijî wê çêbûne. Ambargo heye. Ambargo û êrişên Tirkiyeyê herî zêde bandorê li navenda me dikin. Ji lewra hesasbûyîneke zarokan heye, ji bo dengan. Balafirên şer û balefirên bêmirov û bi sîleh tim li asîmanên kampê diçin û tên. Ev yek bandoreke nebaş li zarokan dike. Ev dibe sedema xesarên mayinde. Ambargoya li ser kampê sal û nîvek e didome." 
Ev zarok divê bi awayekî bi rêk û pêk biçin cem bijîşkan. Lê ji ber ambargoyê nikarin biçin. Her wiha serwîseke me jî tine ku em xwendekarên xwe bînin vê derê. Malbat bi zorê wan tînin." 
 
Pêdivî pirr in derfet kêm in 
Babat herî dawî got: "Zarokên otîst ji bo ku karibin xwe bînin ziman, pêdiviya wan bi alîkariyeke profesyonel heye. Lê derfetên me kêm in. Wesayîteke me ya serwîsê jî tine ye. Em dixwazin her kes alîkariya Navenda Hêviyê bike."

Ji bo alîkariyan jî hesabekî ÎBAN ê Navenda Hêvî heye:
IBAN: DE53 4805 0161 0025 4829 77 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.