• Şêniyên Mexmûrê bi hatina 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê bal kişandin ser ambargoyê.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi hatina 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê, diyarkirin ku di roja aştiyê ya cîhanê de neheqiya herî mezin li wan tê kirin. Şêniyan bang li her kesî kirin da ku ji bo rakirina ambargoyê dengê xwe bilind bike.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya hatina 1’ê Îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê axivîn.
Esnafa bi navê Eyşê Yildiz qala parêze Ebrû Tîmtîk û binpêkirina mafan li Bakurê Kurdistanê kir û got: “Wargeha me Mexmûr zêdetirî salekê ye di bin ambargoyekê de ye, zarokên dayikan can dan, nexweşên me çêbûn û karkerên me karên wan ji destwan çû, çima aştî ji bo me nayê. Di roja aştiyê ya cîhanê de em di bin ambargoyê de ne. Ji bo em aştiyê mîsoger bikin, divê gelê Kurd bibe yek.”
Welatiyê bi navê Sedîq Kara jî di serî de roja 1’ê Îlonê li tevahî gelan pîroz kir û da zanîn ku peyva herî xweş a ji bo mirovahiyê aştî ye û wiha got; “Lê gotin û kirin hinekî ji hev cûda ne, taybet ji bo neteweya Kurd û neteweyên bindest in. Lê mixabin ev roj jî ketiye xizmeta desthilatdaran. Neheqiyeke mezin li xelkê Mexmûrê tê kirin, ji ber ku ev xelk ji ber zilma dijmin reviya, li aştiyê geriyaye. Lê niha mirov temaşe dike ev salek zêdetire di bin ambargoyê de ne.”
ROJNEWS/MEXMÛR