Amadekariya paşerojê

Çarşem 14 Hezîran 2023 - 15:03

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, bi tevlibûna hemû pêkhateyên li çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê, di navbera 23-24'ê tîrmehê de kongreyeke neteweyî ya mezin li dar bixe. Tê payîn ku wê 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda yên li çar parçeyên Kurdistanê beşdarî konferansê bibin.  

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs, der barê naveroka konferansê, girîngiya wê û Peymana Lozanê bi ajansa Mezopotamyayê re axivî. 

Pêvajoya pêş diyar dikin

Ahmed Karamus diyar kir di çarçoveya xebatên konferansê de wan li çar parçeyên Kurdistanê xebat dane meşandin û got:"Amadekariyên konferansa me ya peymana sedsalî ya Lozanê hatine destpêkirin. Ev konferans wê bi beşdarbûna 52 rêxistinên siyasî, sazî, rewşenbîr, akademîsyen, mezinên eşîran, êzidî, xiristiyan, yaresanî, elewî, zerdeştî û saziyên serbixwe bê lidarxistin. Me pêşniyaza xwe pêşkeşî komîteya serpereşkiyê kir. Ev pêşniyaza me hat qebûlkirin. Bernameya ku me amade kiriye ber bi xelasbûnê ve diçe. Ji bo em helwesteke neteweyî, yêkrêzî û yekdengiya gelê Kurdistanê nîşan bidin amadekariyên geleke baş hatine kirin. Pêwendiyên me bi sedî 75 partî, saziyên civakî, siyasî û mamosteyên oldar re çêbûn. Nêrînên van kesan hatin guhdarkirin û pêşniyaz hatine girtin. Ev konferans ne konferanseke jirêzê ye. Ev konferansa amadekariya pêvajoya pêşiya me ye."

Ev konferansa fînalê ye

Karamus destnîşan kir ku ew vê konferansê wekî konferansa fînalê amade dikin û got;"Hevdîtin, panel û xebatên ku beriya niha hatine kirin dê encamên wan bên parvekirin. Ev xebat wê li ser encama konferansê bên zêdekirin û weke deklarasyonekê bê parvekirin. Bi hemû cureyên katagoriya civaka Kurdistanê re hevdîtin hatine kirin û ev hevdîtin jî bi awayekî erênî derbas bûne. Li başûrê Kurdistanê ji bilî PDK'ê hemû partî û rêxistinên din helwesteke erênî nîşan dan û wê tev li konferansê bibin. Li rojavayê Kurdistanê jî her çendî bi ENKS'ê re hevdîtinên me çênebûne jî em ê dawetnameyê ji wan re jî bîşinin. Li rojhilatê Kurdistanê çi hizbên kurdistanî hebin em dixwazin wan di nava xwe de bibînin. Danûstandinên me yên cur bi cur bi wan re çêbûne û wan jî da xuyakirin ku ew ê beşdarî konferansê bibin." 

Divê herkes tevlî bibe 

Karamus wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewldanên me yên danûstandinê yên bi partiyên din re jî dê bidomin. Çi pêwîstî û fedekarî ji me bê xwestin em ê bikin. Em ê erka xwe û peywira xwe bi cih bînin. Ji ber ku em saziyeke neteweyî ne. Ev gefên li me tên xwarin, em ê pêşî li wan bigirin. Divê em bi vê hesasiyetê tevbigerin. Heke hevditinên me bi hin partiyan re çênebin jî divê ku ew jî bi berpirsyar tevbigerin û tev li konferansê bibin. Pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê tev li vê konferansê bibin. Em bang dikin ku hunermend, eşîrên welatparêz, kesayetên cuda bila bi berpirsyarî tevbigerin û bi me re danûstandinê deynin û tev li vê konferansê bibin."  

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.