Amadekarî bidawî bûn

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 00:13

Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bûne û êdî dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye. Yilmaz anî ziman ku li Berlînê amadekariyên ji bo meşê qediyane û got:"Otobus hatin amadekirin. Serdana mal, dikandar û civînên gel hatin kirin. Gelê Kurd wê tevî dostên xwe li Kolnê bi meş û mîtîngê nîşan bidin ku li dora Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bûne û êdî dema azadiya fîzîkî ya Ocalan hatiye. Weke Meclîsa Nav Berlînê em bang dikin ku 16'ê Sibatê saet di 23:00 de bi otobusan tevlî meşê bibin."

Xwedî li Rêberê xwe derkevin

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli ji gelê Kurd xwest ku xwedî li lîder û doza xwe derkeve û got, divê Kurdên li Ewropayê hemû tevlî meşa li Kolnê bibin.

Tûrhalli diyar kir ku meha Sibatê ji bo Kurdan meheke reş e, Komploya Navneteweyî jî di vê mehê de hate kirin ku ev yek rasthatin nîne û got, "Kurdan piştî demeke dirêj bi rêbertiya Birêz Ocalan dest bi têkoşîneke neteweyî kirin. Dewleta Kemalîst di 15'ê Sibata 1999'an de piştgiriyeke xurt ji dewletên rojavayî wergirt; ji Rêberê Gelê Kurd re li cîhanê cihekî lê bistirê nehiştin. Qadeke jiyanê ji rêberê gelekî herî kevn ê cîhanê re nehiştin. Ji ber vê yekê divê gelê me vê yekê baş bibîne û li gorî wê jî xwedî li rêber û doza xwe derkevin. Divê Kurd xwedî li rêberê xwe derkevin. Ji bo azadiya Birêz Ocalan ku lîdertiyê ji têkoşîna neteweyî ya gelê me re dike, divê gelê me yê li Ewropayê tevlî meşa li Kolnê bibe."

ANF/KOLN/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.