Altûn ji bo gelê Kurd li berxwe da
În 16 Gulan 2025 - 03:10
Birayê yek ji berxwedêrên zindana Amedê Alî Temel Weysî Temel ku bi damezrîner û pêşengê PKKê Riza Altûn re di girtîgehê de mabû wiha got:"Ez 15 rojan di qawişa Riza Altûn de mam. Me bi hev re sohbet dikirin. Li ser girtîgehê û rêveberiya wir bi me re diaxivî û em hişyar dikirin."
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), di 12'ê Gulanê de encama kongreya xwe ya 12'emîn eşkere kir. Rragihand ku xwe fesix kiriye. Her wiha di kongrê de şehadeta damezrîner û pêşengên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jî ragihandin. Kongre diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altun kirin. Piştî eşkerekirina şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bernameya bîranînê tên lidarxistin.
Weysî Temel ku di Girtîgeha Amedê de Riza Altûn nas kiriye axivî.
Min li girtîgehê Riza Altûn nas kir
Weysî Temel diyar kir ku wî di girtîgehê de Riza Altûn nas kiriye û wiha qal kir: “Nasîna min a Riza Altûn jî di girtîgehê de dest pê kir. Riza Altûn jî di girtîgehê de bû. Girtî rêxistin dikir. Ez 15 rojan di qawişa Riza Altûn de mam. Me bi hev re sohbet dikirin. Li ser girtîgehê û rêveberiya wir bi me re diaxivî û em hişyar dikirin. Birayê min Alî Temel û gelek hevalên me jî çûn şehedatê. Lê ya Riza Altûn bi ser hemûyan re bû. Ji ber ku me bi hev re heman îşkence û eziyet dîtibû. Me bi hev re li berxwe dabû. Dema min şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bihîst ez şaş mam. Pir xemgîn bûm. Min nekarî bawer bike. Wan ji bo gelê Kurd li berxwe dan û têkoşiyan.”
Di dawiya axaftina xwe de Weysî Temel balkişand ser biryara feshê ya PKKê û got ku divê dewlet jî gavan baveje. Weysî Temel destnîşan kir ku gava yekem ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan.
AW / ENQERE / MAHMÛT ALTINTAŞ