Alîkariya ji bo HDP'ê hat desteserkirin

În 6 Çile 2023 - 00:57

Hesabê ji Alîkariya Xezîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate rawestandin.

Di demekê de ku bi fermana desthilatdariyê li hemberî HDP'ê doza girtinê dewam dike, Hesabê Alîkariya Xezîneyê yê HDP'ê hate rawestandin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza girtina HDP'ê de li ser miracaeta Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, daxwaza 'rawestandina ji bo tedbîrê' ya hesabên alîkariya Xezîneyê ya partiyê, rojekê zûtir nirxand.

Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza Dadgeha Bilind qebûl kir û biryar da ku hesabên alîkariya Xezîneyê yên HDP'ê bi rengekî demkî bê blokekirin.

Çavdêrên siyasî vê rewşê wiha dinirxînin ku dewleta Tirk wê her neheqiyê bike da ku HDP di hilbijartinên 2023´an de yan nebe, yan jî kêmtaqet hebe.

ENQERE  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.