Albûma ‘Keyeyi’ we dibe mala we

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:21

Stranbêj Alî Dogan Gonultaş ku stranên Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî dibêje, albûmeke nû ya bi navê “Keyeyî” derxist. Albûma “Keyeyi” niha li ser platformên dijîtal berdest e. Albûma “Keyeyi” ku bi şêwezarê Kirmanckî tê maneya “xanî-mal” ji du beşan pêk tê.

Navê beşa ewil “Şemug” e. Di vê beşê de stranên bi Kurmancî û Kirmanckî cih digirin. Ali Dogan Gonultaş ji bo vê beşa albûma xwe dibêje; “Ev beş gavên ewil ên ber bi malê ve îşaret dikin. Min xwest gavên destpêkê ji bo zimanê zikmakî be. Ji lewma zimanê dayikê mala min e.”

Ali Dogan Gonultaş da zanîn ku temaya sereke ya albûma wî “hafize” ye û got; “Ji bo ku karibim bibîrbînim û bînim bîrê diviyabû li malê vegerim. Mal tenê navnîşaneke nîne ji bo min her wiha ew hest û maneyên qedirbilind jî dihewîne. Ew ji dîwar, ode, pace û mekanekî wêdatir e; xweşî, şîn û zimanên cuda jî îfade dike ji bo min.”

Navê beşa duyem ya albûmê jî “Annelerin Sofraları” ye. Di vê beşê de jî tenê stranên bi Tirkî hene. Ali Dogan Gonultaş ji bo vê beşê jî got; “Ez vê beşê jî diyariyê dayikan dikim. Dayikên ku aramî û sofreyên xweşik ava kirine. Ez hem di warê fizîkî û hem jî di warê psîkolojîk de têr rabûm ji ser sofreya wan. Hêvî dikim kesên li van stranan guhdar dikin wê aramiya malê û sofreyên van dayikan bibîrbînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.