Yunus Dişkaya bi albûmeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe.

Yunus Dişkaya piştî albûma "Helbet"ê bi albûmeke nû derdikeve pêşberî guhdarên xwe: "Sazê min tu bistrê". Yunus Dişkaya di vê albûma xwe ya pazdemîn de ji helbestên şaîrê Sovyeta Berê Şikoyê Hesen distrê. Di albûmê de 12 helbest û 18 stran cîh digirin. Hemû gotinên stranên di albûmê de ji helbestên Şikoyê Hesen pêk tên. Albûm ji aliyê Red Music Digitalê ve tê weşandin. Wekî hemû albûmên wî yên ku heta niha hatine weşandin, awazdanîn û hemû karên mûzika stranan, dîsa wî bi xwe kiriye.

Şikoyê Hesen kî ye?

Şikoyê Hesen ji malbateke Êzîdî ye. Malbata wî  dema Şerê Cîhanê yê Yekem de penaber bûye û li Ermenîstanê bi cîh bûye. Şiko sala 1928´an li gundê Çamuşvana Ermenîstanê tê dinê. Ji ber jiyaneke zehmet, ew di 48 saliya xwe de dawiyê li jiyana xwe tîne. Çar pirtukên helbestan li pey wî dimînin. Şikoyê Hesen, tevî Fêrîke Ûsiv û Mikaêlê Reşîd, ji bo  helbesta Kurmancî ya nûjen pêşengekî mezin tê hesibandin lê li nav Kurdan, kêm tê nasîn.
Ev albûm, bi gotina hevalê wî Heciyê Cindî, albûma "Şiko…Şiko, mîna cimaeta xwe bêxweyo, bêkeso” ye.

HAMBURG