Albûma 15 komên muzîkê: Şer

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 00:19

Di albuma Şer de 15 komên muzîkê her yekê stranekê dibêjin. Muzîkjenê Kemal Yildirim têkildarî albûmê got, “Ji hunerê takekesî re yê ku bi pêş ve diçe, bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin.”

Komên muzîkê yên di bin banê Meclisa Çand û Hunerê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de cih digirin jî di nav de, 15 komên muzîkê albûma “Şer (Kavga)” derxistin. Di albûmê de Jin Ma, Aryen Kom, Golgedekiler, Koma Îsyan Ateşî, Koma Vardiya, Adalilar, Genîş Merdîven, Koma Muzîkê ya Kaldirimê, Lîberte, Praksîs, Koma Muzîkê ya Sarya, Orkestraya Sokak, Sol Anahtar, Koma Yel Degîrmenî û Ûmûda Haykiriş bi giştî 15 stranan dibêjin. Endamê Aryen Komê û muzîkjen Kemal Yildirim, têkildarî vî berhemê kolektîf, axivî.

Yildirim, da zanîn ku projeya wan di encama xebateke nêzî 2 meh û nîvan de derketiye holê. Wî wekî din got, ew hatine cem hev da ku bersivê bidin pirsa hin kesan “Gelo komên şoreşger mane?”. Kemal Yildirim di dewamê de got, “Esas, ev proje ji van gotinan re bersivek e. Her wiha ji hunerê takekesî re yê bi pêş ve diçe jî bû bersivek. Me xwest karekî kolektîf û komînal bikin. Ev her du mijar ji bo min gelek girîng bûn.”

Yildirim, anî ziman ku komên li Tirkiyeyê û derveyî wê jî di projeye de cih digirin. Wekî din wî got, wan nexwestiye stranên berê hatine gotin bibêjin: “ Me xwest ku stranên nû yên ji vê pêvajoyê re bibin bersiv, çêkin. Jixwe, armanca vê projeyê jî ev bû. Li gorî min berhemeke gelekî xurt derket holê û hate weşandin.”

Pêşeng divê motîve bikin

Kemal Yildirim, anî ziman ku “di pêvajoyeke zor û zehmet re” derbas dibin, û got, “Êrişa li dijî jinan heye, lê wekî din li her warî, em bibêjin xweza, civak, çand û nasname, di van waran hemûyan de êrişeke xurt heye. Ji ber vê yekê pêdivî bi dayîna bersiveke xurt heye.”

Yildirim huner hunermend weke pêşengên civakê bi nav kirin û got, “Em weke hunermendên Kurd, Ereb, Tirk, Ermen hatin bahev. Her strana di vê albûmê de ji van pirsgirêkan re bersivek e. Di vî warî de naveroka stranan li gorî ruhê serdemê hate çêkirin. Pêwîst e di pêşengtiya hunermendan de gel were motîve kirin.

Kemal Yildirim got, ew dixwazin heman projeyê li Kurdistanê jî çêkin û da zanîn ku ev fikir di çarçoveya fikrên HDK’ê de derket holê. Kemal Yildirim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin gel li albûma şer guhdarî bike, bide guhdarîkirin û xwedî lê derkeve. Ev albûma me, ne albûmeke ji rêzê ye, albûmeke şoreşger e.”

MA / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.