Alaya Kurdî li her derê li ba bikin

Çarşem 7 Tebax 2024 - 02:15

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê amaje bi zext û zordariyên li ser ziman û çanda Kurdî yên ji damezîrana komara Tirk û vir ve, kir, diyar kir zextên li ser çand û zimanê Kurdî ne nüye, armanca Tirkiyê ya esasî ew e ku Kurdan ji holê rake û bang kir li hemû qadên jiyanê Kurd li çand û zimanê xwe xwedî derkeve.

Bertekên dijî polîtîkayên înkarê yên AKP-MHP’ê yên li ser ziman û çanda Kurdî mezin dibe. Ji aliyekî ve kesên ku li gel stranên Kurdî govendê digerînin têne destgîrkirin û girtin, li aliyê dî nivîsên bi Kurdî yên ji bo hişyariya trafîkê bi fermana waliyên mêtinger têne jêbirin. Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan derheqê êrîşên li ser li ziman û çanda Kurdî axivî û got,’’Li gel hemû zext û zordariyan jî Kurdan dev ji ziman û çanda xwe bernedan. Dijî êrîşan li hemû qadên jiyanê em bi Kurdî biaxivin.’’

Armanc çavtirsandin e

Alparslanê bi domdarî bal bire ser armanca sereke ya dewleta Tirk a li bara Kurdan û got "Dewlet dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake". Alparslanê bi berdewamî amaje bi zext û zordariyên salên 90’î û yên ji avabûna komara Tirk û vir yên li ser zimn û çanda Kurdî bi bîr xist û got tiştên diqewimin feraseta berê ye. Alparslanê anî ziman ku ev êriş ne ya yekem û ne ya dawî ye û got: “Armanca guhertina navên taxên Kurdan ew e ku tu şop û nîşanek ji gelê Kurd nemîne. Di esasê xwe de pergal dixwaze tirsê li van deveran belav bike, ji ber ku Kurd çanda xwe diparêzin."

Asîmîlasyonê kûrtir dikin

Alparslanê bilêv kir ku divê Kurd bertekeke tund nîşanî êrişan bidin. Alparslanê destnîşan kir ku divê Kurd bi dengekî bilind daxwazên xwe bînin ziman, bi taybetî di warê perwerdehiya Kurdî de û her wiha li dijî asîmîlasyona çandê daxwazên xw ebi dengekî bilind bînin ziman. Alparslan got: “Dewlet dixwaze mudaxeleyî herêmên ku heta niha dest lê nekiriye bike. Pergal mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya Kurdî nade û bi perwerdehiya bi Tirkî dikeve malên me û mirovan asîmîle dike. Dixwaze bi van êrişan polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê kûrtir bike. Dixwazin Kurd ji zimanê xwe sar bibin û dev ji govendên xwe berdin. Hewl dide bi tirsê van polîtîkayên asîmîlasyonê li her derî belav bike." 

Divê em govenda xwe bidomînin

Alparslanê anî ziman ku yek ji pîvanên herî girîng ên hebûna gel zimanê dayikê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eger perwerdehiya bi Kurdî neyê dayîn, bila Kurd werin li saziyên xwe perwerdeyê bibînin û li her derî bi Kurdî biaxivin. Divê govendên xwe bidmînin. Divê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. "Divê em bi berbelavkirina Kurdî bersivê bidin van êrişan."

MA/STENOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.