Ala Suryaniyan desteser kirin 

În 26 Sibat 2021 - 01:42

Di dema çalakiya rûniştinê de ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, polîsan bi rengekî kêfî nehiştin ku ala neteweyî ya Asûriyan bê vekirin. 

Di roja sêyemîn a çalakiya rûniştinê ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê de ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, aktîvîstê Asûrî yê bi navê Sabrî Barsîlîbo bi ala xwe ya neteweyî xwest tevlî çalakiyê bibe, lê belê polîsên Elman ew asteng kirin. Barsîlîbo yê ji bajarê Guterslohê tevlî çalakiya rûniştinê bû, ala neteweyî ya Asûrî ya di destê wî de hate desteserkirin û al nedan wî. Her wiha bi îdîaya ku 'sembola qedexekirî' pê re hebû der heqê wî de lêpirsîn dest pê kirin. Barsîlîbo helwesta polîsan şermezar kir û got, saziyên Suryanî-Asûrî li Elmanyayê ne qedexe ne, lê belê tevî vê yekê jî ala wan ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Sabrî Barsîlîbo diyar kir ku ev helwesta polîsên Elman bi serê xwe nîşan dide ku çarenûsa gelên Asûrî-Suryanî û Kurdan weke hev e û got, "Tevî vê astengiyê jî beşdarî çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûm."

ANF/DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.