Aktorê herî girîng Rêber APO ye

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:10

Di salvegera komploya navneteweyî de ku di 15'ê Sibatê 1999'an li hemberî Rêber Apo pêk hat, li Parlamenta Brîtanyayê panelek bi navê, "Pirsgirêka Kurd, Dînamîkên Rojhilata Navîn û Rewşa wê ya Jeopolîtîk" hate lidarxistin. Panel ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd û Kurdish Progress ve hate lidarxistin. Parêzera bi nav û deng Margaret Owen, ji Partiya Karkeran Loyd Russell Moyel û gelek lêkolînêr-akademîsyen tevlî panelê bûn.

Di panelê de Prof. Dr. Janroj Yilmaz Keleş, Dr. Sinem Arslan, Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley û akademîsyen Kamuran Matîn weke qiseker axivîn. Di destpêkê de Dr. Sînem Arslan mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser hewldanên 'pêvajoya aştiyê' ya li Tirkiyê çêbe û bûyerên li Sûriyeyê. Dr. Sînem Arslan anî ziman ku perspektîfên Tirkiyeyê û yên Kurd li Sûriyê ji hev cuda ne û destnîşan kir ku bûyerên dawî firsendên girîng diafirîne ku di navbera Tirkiye û QSD'ê de li hevhatinek çêbibe.

Ji bo aştiyê helwest raber kir

Hîndekarê Zanîngeha Cambridgeyê Thomas Jeffrey Milley bandora paradîgmaya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd a li ser Rojhilata Navîn û cihanê nirxand. Prof. Jeffrey Milley da zanîn ku Rêber Apo di pêvajoya aştiyê de ya ku di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê çêbibe de aktorê herî sereke ye û got:"Abdullah Ocalan di mesaja xwe ya dawî de anîbû ziman, 'ku şert û mercên wî çêbibin dikarim pêvajoyê ji zemîna tundî bikşînim zemînekî siyasî û hiqûqî.' Lê belê gelek endamên Tevgera Azadiyê difikire ku dewleta Tirk hewldana aştiyê wek stratejiya perçekirinê dibîne. Abdullah Ocalan hîn jî ji bo aştiyê helwestek raber dike û ji bo Tirkiyeyê û herêmê banga aştî, demokrasî û xwîşk û biratiyê dike."

Pirsa Kurd navneteweyî ye

Prof. Janroj Keleş jî got:"Ji bo Kurdên li Sûriyeyê modela fedaratîf dibe ku çareseriya herî guncav be. Ev xweserî bi destûrî bikin, dikarin pêşiya mudaxeleyên derve bigirin û demdirêjî aramiyê pêk bînin. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek herêmî nîne, pirsgirêkek navneteweyî ye. Ji ber vê çareseriyek kurewî pêwîste. Aktorên wek NY, YE û DYE divê ji bo vê pirsgirêkê helwestek çêker raber bikin."

Muxalefete herî xurt Kurd in

Di panelê de herî dawî Kamuran Matîn ê ku li zanîngeha Sussex'ê akademîsyen e mafê axaftinê wergirt û û di derbarê têkiliya Îran û Kurdistanê de axivî û got:"Li hemberî rejîma Îranê tevgera Kurd muxalefeta herî sereke ye. Rejîm dixwaze Kurdan hedef bigire û hemû muxalefetê biçewisîne. Ji bo rejîma Îranê kuştina Kurdan hîn erzantir e. Lewre zextên li ser Kurdan ji bo hemû Îraniyan rola çav tirsandinê dilîze. Kurdên li Îranê xwedî hêzêkê tora civaka sîvîl in. Di mijara tevgerê polîtîk jî gelek rêxistinkirî ye. Rêxistinbûna polîtîk a Kurdan ji bo rejîmê xalekê berxwedanê ya girîng e. Di qadêkî de pêşketina Tevgera Kurd li herêmên din bandorên mezin çêdike."Piştî axaftinan panel wek pirs û bersiv dewam kir.

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.