Aktîvîsta jin a Kurd hate girtin
În 7 Sibat 2025 - 03:25
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê aktîvîsta jin a Kurdistanî ji ber xebatên xwe yên siyasî bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Keça wê got:’’Dayîka min weke Kurdistanê pîroz e. Weke çiyayên Cûdî, Gabar û Dêrsimê bihêz e. Têkoşîna ku ji bo gelê xwe dike weke sûc tê dîtin.’’ Li Bavyerayê Kurd careke din di hedefê de ne. Polêsên Bavyerayê sibeha 4’ê Sibatê bi ser Mala Gel a Medyayê û mala aktîvîsteke jin a li Nurnbergê de girtin. Kesên ku li Mala Gel a Medyayê derxistin derve, deriyê odeyên komeleyê hatin şikandin, tiştên di hundir de hatin tevlihev kirin. Bi gelek polêsan bi ser mala aktîvîsta jin de hate girtin. Jina Kurdistanê ya ku hate binçavkirin, derxistin pêş dadgeha bilind a eyaleta Mûnihê. Madeya 129’an a Qanûna Cezayê ya Elman hincet hate nîşandan û bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin û ew şandin girtîgeha Stadelheim a Mûnîhê.
Piştgirî bû sûc
Xebatên siyasî yên jina Kurdistanî ya 64 salî ku li Nurnbergê dida meşandin, weke sûc hate ditîn. Di organîzasyona çalakiyên li bajar de cih girtin, ji bo çalakiyên li derveyî bajêr wesayît girtin, di pêvajoya koronayê de ji bo pêşiwazîkirina kirêya Mala Gel a Medyayê kampanya meşandin, ji bo piştgiriya Kurdistaniyekî ku biryara dersînorkirinê li ser bû parêzer peydakirin, di 8’ê Adarê de danîna standê, hin karên mirovî û siyasî tê sûcdar kirin.
Dayîka min weke Kurdistanê ye
Keça hevserok a ji rojnameya me re axivî, nerazîbûn nîşanî girtiya dayîka xwe da û got:’’Dayîka min weke Kurdistanê pîroz e. Weke çiyayên Cûdî, Gabar, Dêrsimê xurt e. Têkoşîna ji bo gelê xwe dike, sûc tê dîtin.’’ Keça wê got ew ê îtîrazê li biryarê bikin û xwest êdî deset ji polîtîkayên krîmînalîzasyona Kurdan berdin. Herwiha da zanîn ku dayîka wê bi nexweşiyên weke depresyon, fitiq, tansiyona bilind e û xwest serbest bê berdan.
Biryareke siyasî ye
Federasyona Gelan a Kurdistanî (FED-GEL), bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî serdegirtinan û girtinê da, rêveberên Mala Gel a Medya û endamên wê jî li pêş avahiya komeleyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev operasyon bi temamî siyasî ye û bi armanca çavtirsandina Kurdan hatiye pêkanîn. Hate gotin:’’Hinceta lêgerîna klasîk ku polêsan nîşan daye, derveyî sabotekirina parastina mafên rewa yên gelê Kurd wêdetir tu wateyeke xwe nîne.
Terorîstan li cihekî şaş digerin
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Elman li Sûriyeyê bi kesên ku ji sûcên terorê tên sûcdarkirin û ji bo girtina wan xelat hatine dayîn re hevdîtinan dike, lê zextê li Kurdên ku li welatên wan jiyan dikin dike û hate gotin:’’Dewleta Elman ku gelê Kurd ê li Rojhilata Navîn di têkoşîna li dijî terorê de berdêlên herî mezin dane û lêgerînên wan ên aştiyê tine dihesibîne, terorîstan li cihekî şaş digere.’’ Hate destnîşan kirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên aktîvîsta jin a hatî girtin hene, di nava tu xebateke şidetê de cih negirtiye û bi tenê xwestiye rêzê li nasnameya wê bigrin.
Dawî li zextan bînin
Di daxuyaniyê de polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan a dewleta Elman û eyaleta Bavyerayê hate şermezerkirin û ev bang hate kirin:’’Divê Elmanya biryarên siyasî û qedexeyên ku zirarê dide gelê Kurd ku li Elmanyayê jiyan dikin bidawî bike.’’ Federasyonê da zanîn ku divê zextên li ser gelê Kurd ê li Elmanyayê jiyan dike bidawî bibin, îşaret bi wê yekê hate kirin ku pêdiviya aştiyê bi tenê ne li Sûriyeyê, li Elmanyaya ku bi milyonan Kurd lê dijîn jî heye.
NAVENDA NÛÇEYAN