AKP’ê lehî rakiriye
Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:24

- Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirk bersiv da pêşnûmapirsê parlamentera Mûşê Şevîn Coşkun û got, berpirsê lêhiya li bajarokê Konûklar a Mûşê, şaredariya AKP’î ye.
Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirk bersiv da pêşnûmapirsê parlamentera Mûşê Şevîn Coşkun û got, berpirsê lêhiya li bajarokê Konûklar a Mûşê, şaredariya AKP’î ye.
Di 28'ê Nîsanê û 16'ê Gulanê de li gundê Korpeagaç ê ser bi bajarokê Konuklar ê Mûşê, Rûbara Handepê boş bû û lehî rabû. Ji ber lehiyê, zeviyên çandiniyê yên gundiyan di bin avê de man û ziyaneke mezin gihişte wan.
Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn li ser mijarê têkildarî mijarê di 20'ê gulanê de pêşnûma pirsek da Meclisa Tirk û xwest Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirkiyeyê Vahît Kîrîşçî bersivê bide pirsan.
Wezaretê bersiv da pirsên Coşkun û got, hêj ti xebata timarkirina Rûbara Handepê nehatiye kirin û sedema rabûna lêhiyan jî şaredariya AKP´yî ye. Wezaretê got, berpirsê vê yekê Şaredariya herêmî ye: “Ji ber ku menfezên bin rêyan ne li gorî pêwistiyê hatine çêkirin, lêhî rabûye. heger menfeze li gorî pêwistiyê ji nû ve bên çêkirin, careke din lêhî ranabe.”
ENQERE














