AKP xwe ji mizgeftên faşîstan qut nake

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 30 Adar 2023 - 04:09

  • AKP qanûnên Elmanyayê bi qest binpê dike.

Rojnamevan Erkan Pehlivan ji bo rojnameya Elman Frankfurter Rundschau, li ser xebatên hilbijartinê yên AKP´ê li mizgeftên faşîstên Tirk ên ser bi ATIB´ê ve nûçeyek belav kir. Bi vê nûçeyê eşkere bû ku AKP wê guh nede hişyarkirina hikûmeta Elman a li ser kampanyaya hilbijartinê.

Parlamenterê AKP´ê Mustafa Açikgoz, Çileyê bihurî li Neussê, li mizgefteke ser bi ATIB a nijadperestên Tirk, propagandaya ji bo hilbijartinê kiribû û her wiha gef li Kurdan û muxalifên rejîma AKP-MHP´ê xwaribûn. Li ser vê Wezareta Karê Derve ya Elman, 16´ê Çile sefîrê tirk vexwendibû û gotibû, nabe ku xebatên kampanyaya hilbijartina li Tirkiyeyê, bê destûr li Elmanyayê bê kirin. Di vî warî de bi daxuyaniyan hikûmeta AKP-MHP´ê jî hatibûn hişyarkirin. Jixwe tweeta wezareta karên derve ya Elman a federal a elaqedarî meseleyê jî ji bo hişyarkirina hikûmeta Erdogan bû: “Cihê sorkirina xelkê li hev dû û axaftina kîn û nifrînê li Elmanyayê nîne.”

Lê ji nûçeya Erkan Pehlivan diyar dibe ku ev qanûn û hişyarkirinên Elmanyayê ne xema AKP´ê ne. Lewma xebatên “Navenda Koordînasyona Hilbijartinan a derveyî Tirkiyeyê ya AKP´ê” nasekinin. 

Staretejiya hevpar a faşîstan

Jixwe endamên vê navenda koordînasyonê, kadroyên UID´ê ne, yanî kadroyên rêxistina lobiyê ya AKP´ê li Ewrûpayê. Serokê koordînasyonê jî parlamenterê AKP´ê Muhammed Fatih Toprak e.

Di nûçeya xwe ya doh de me bal biribû ser wê yekê ku ji bilî mizgeftên diyaneta Tirk li Ewrûpayê Ditibê, AKP mizgeftên Milli Goruşê yanî yên ser bi IGMG´ê jî ji bo kampanyaya hilbijartinê li Elmanyayê bi kar tîne.

Di nûçeya xwe de Pehlivan balê dibe ser hesabê twitterê yê AKP´a bajarê Elmanyayê Essenê. AKP-Essenê pêr nivîsandibû “Navenda Koordînasyona Hilbijartinan a derveyî Tirkiyeyê çû serdana cemaeta ATIB´ê û li ser hilbijartinan me şêwr kir. Aliyan li hev kir ku dezgeheke şêwirmendiyê di navbera komeleyên li Dortmundê de hebe.” Ev serdana behsa wê dikin, serdana Cemaeta ATIB´ê ya bajarê Dortmundê bû. Di dewamê de jî AKP-Essenê got, stratejiyek hatiye diyarkirin bi wê yekê ku ew tim û daim bi kesên di siyasetê de xwedî tecrûbe re peywendiyê deynin. AKP´ê navê ATIB´ê bi şaşî weke ATIP nivîsandibû. Li ser malperên mizgeftên ser bi ATIB´ê de mirov ti sembolên Îslamê nabîne û bi pirranî alayên Tirk û sê hîlalên remza nijadperestin Tirk di wan de hene.

Qanûnê bi qesd binpê dikin

Mizgeft û cemaetên ATIB û yên din ên nijadperestên Tirk ên weke ATB û Turk Federasyon îdîa dikin ku ev hevdîtin û şewr, ne xebatên hilbijartinê ne. Lê ya ku parvekirinên Navenda Koordînasyona Hilbijartinan a derveyî Tirkiyeyê ya AKP´ê nîşan dide, eşkere xebatên propagandaya ji bo hilbijartina 14´ê Gulanê ne. AKP bi qest û daxwaz qanûnên Elmanyayê binpê dike. Komele û cemaetên dînî yên li Elmanyayê li gorî qanûnên Elmanyayê hatine damezrandin ên nijadperestên Tirk, ên diyaneta Tirk Ditibê û yên Milli Goruşê jî di vî karî de hem hevkariya AKP´ê dikin, hem jî bi xwe qanûnên Elmanyayê binpê dikin.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.