AKP-MHP bi polîtîya şer xwe didomînin

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 03:05

Hevberdevkê Karên Derve yê KON-MED’ê yê Almanyayê Zana Serhed derheqê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan anî zimên tecrîd yekser bi polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re têkildar e, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkaya xwe ya şer hebûna xwe didomîne. 

Serhed wiha  bi nav de çû: ‘’Tecrîd yek ji amûrên herî krîtîk ên domandina vî şerî ye. Heta ku tecrîd neyê girankirin nikarin vî şerî bidomînin. Çavkaniya krîzên aborî û siyasî yên îro li Tirkiyeyê rû didin, ev polîtîkayên şer in. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, krîz nayên çareserkirin. Polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê bi polîtîkaya wê ya talankirinê ya li ser civakê re bû yek. Tevî ku hemû nirxên civakê tên talankirin jî, weke parçeyek ji vê talanê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.”  

Fikrên Ocalan berbelav dibin

Serhed derheqê çalakiyên li Ewropayê yên dijî tecrîdê anî zimên di konferans, mîtîng û çalakiyên cihêreng de yên li Ewropayê felsefeya Rêber Apo û polîtîkaya tecrîdê hatiye nirxandin û got,’’Dostên gelê Kurd roj bi roj zêde dibin. Sîstema konfederal a demokratîk, ku Rêber Apo beriya 30 salan anî ziman, weke modela herî guncaw a çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn tê dîtin. Îro em dibînin ku ev felsefe gihîştiye girseyeke berfirehtir. Ev pêvajoya seferberiyê li Ewropayê bi gelek zimanên cuda tê meşandin. Fikrên Rêber Apo li hemû cîhanê belav dibin. Em bi zimanên ingilîzî, fransî, kurdî û tirkî çalakiyên cuda organîze dikin. Ramanên Rêber Apo weke pêşniyara çareseriyê li çar aliyê cîhanê xwedî lê tê derketin.”  

Çalakiyên 1 û 16’ê Mijdarê

Serhed, diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan wê di 1 û 16’ê mijdarê de li gelemperiya Ewropayê bi ruhekî mezin ê seferberiyê dakevin qadan û berxwedana wan a li dijî polîtîkaya tecrîdê bê mezinkirin û destnîşan kir ku çalakiyên protestoyî wê girseyî bibin. Serhed, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di van dîrokan de wê li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya birêz Ocalan mîtîngên girseyî, meş û çalakiyên cuda bên lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan wê careke din nîşanî cîhanê bidin ku wê li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê bêdeng nemînin. Di vê pêvajoyê de bi taybetî ji bo seferberiya raya giştî ya navneteweyî em ê çalakiyên xwe zêde bikin.”

Kurd ne yên berê ne

Serhed herî dawî anî zimên bi Rêber Ocalan re Kurd ketine pêvajoyeyeke nû ya hişmendî û rêxistiniya siyasî, Kurd ne ên berê ne û got,’’Çalakiyên li Ewropayê tên kirin ne tenê li gorî gelê Kurd di çarçoveya daxwazên hevpar ên gelên cîhanê de jî teşe digirin. Xelatgirên Nobelê yên di cîhanê de navdar ji bo azadiya Rêber Apo daxuyanî dan. Van daxuyaniyan bandoreke mezin li qada navneteweyî kir. Me bi hezaran name ji saziyên weke Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û ji wan xwestin ku li dijî tecrîdê daxuyaniyekê bidin. Gelê Kurd êdî ne gelê Kurd ê berê ye. Bi Rêber Apo re em ketin pêvajoyeke nû ya hişmendî û rêxistinbûna siyasî. ‘’

MA/DELAL AKYUZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.